01:20 18 Hezîran 2018
Partiyên Kurdistanî

Partiyên Kurdistanî bersiva PKKê dan

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 12

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Hereketa Azadî, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Demokrata Kurdistanê li Tirkiye (PDK-T) gotinên Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu ên derbarê tifaqa partiyên Kurdistanê de rexne kirin.

Partiyên Kurdistanî ku ji Hareketi Azadî, PAK, PDK-Bakur, PDK-T û PSKê pêk tê ji bo tifaqa hilbijartina serokomariyê bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hevdîtin pêk anîbûn, lê di encamê de lihevkirneke pêk nehatibû. Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu ji medyaya nezî PKKê re axivî bû û diyar kiribû ku wekî desteke derve karvedan kiriye û herwiha wan partiyan daxwaza hejmareke zêde ya kursiyan ji HDPê kiriye nîşan dabû.

Partiyên Kurdistanî bi daxuyaniyeke ragihandin ku Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu neheqî li wan kiriye û wan ti caran hejmara kursiyên bo parlamentoya Tirkiyeyê nekirine bazara tifaqê û her tim giranî dane protokola siyasî, xebatên pratîk û prensibên bingehîn.

Herwiha tifaq van pirsan ji Karasu dike: "Mustafa Karasu dizane li ser protokolên navborî li hev kirine lê ew îmze nekirine? Gelo dizane HDPê di karnameya xwe de cih nedaye li ser xalên me li hev kirine û amaje bi nirxên me yên netewî nekiriye?

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Eger Mustafa Karasu bixwaze kê midexale kiriye bila li gotinên xwe binêre. Çimkî wî bixwe gotibû ‘HDP partiyeke Tirkiyeyî ye ku kurd jî dengê xwe didinê Lewma niha ne dema wê ye ku HDP bi van partiyan re li ser hinek bingehîn siyasî li hev bike.'

Di serdemê ku li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi hevkariyeke siyasî ya berfireh heyî de bila Musta Karasu û hevalên xwe hinek din hesas tevbigerin û bila xwe ji gotin û kiryarên bo tifaqê bibe astengî dûr bixin."

Bi heman mijarî:

Berdevkê Hikûmeta Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî: Divê PKK ji hin navçeyên herêmê derkeve
PKK bersiva da îdiayên derbarê Qendîlê de
PKK li Colemêrgê êrîş kir: 3 leşker mirin 1 jî birîndar bû
Li Herêma Kurdistanê PKK êrîş kir: 2 leşker mirin 1 jî giran birîndar bû
Etîketan:
HDP, PKK, bersiv, Partiyên Kurdistanî, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de