08:55 18 Hezîran 2018
Polîs

Wesaîta polîsan li kalekî qelibî, polîs li dijî bertekdayinan çek bikar anî

© REUTERS / Sertac Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li Amedê wesaîta bi zirx a polîsan li kalê 70 salî qelibî û giran birîndar kir. Piştî bûyerê hemwelatiyên ku kom bûn, bertek nîşanî polîsan dan, her wiha neviyê kalê birîndar ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Li navçeya Baglara Amedê duh êvarî li ser kolana Emekê wesaîta bi zirx a polîsan li kalê 70 salî qelibî. Wesaîta ku bi lez diçû, hemwelatiyê kal çengî şerampolê kir û ew giran birîndar kir. Herwiha piştî bûyerê hemwelatiyên derdorê li ser serê birîndar kom bûn û bertek nîşanî polîsan dan. Li ser bertekdayinan polîsan çekên xwe derxistin û ber bi ezmen ve teqandin. Neviyê kalê birîndar jî ji ber ku bertek nîşanî polîsan da hat desteserkirin.

​Li gor nûçeya MAyê polîsê di wesaîta bi zirx de, ji kesên ku bo alîkariyê li ser serê birîndar kom bibûn re got, "Vekşin, ya na hûnê telef bibin." Piştî ku bûyer mezin bû gelek polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Bi heman mijarî:

Li Belçîka êrîşa çekdarî: 2 polîs hatin kuştin
Revandina keçekê bû sedema şerê eşîran: 2 jê polîs 17 birîndar
Milîtanan li Dantewadayê êrişî polîsan kir: 6 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû
DAIŞê li Kerkûkê êrişî Heşda Şeibî û polîsan kir: 4 jê polîs 6 kuştî û 2 birîndar
Li Kerkûkê fermandarekî din ê Heşda Şeibî hat kuştin û 6 polîs jî birîndar bûn
Etîketan:
kal, wesaît, MA, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de