09:47 23 Hezîran 2018
Erol Katırcıoğlu

Prof. Dr. Katircioglu: Hilbijartina Erdogan ji bo min surprîz e

© Foto : Twitter
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 10

Hilbijartinên 24ê Hezîranê ji bo guherînê fersendeke yan na? Namzedên çepgir ên tirk wê bandoreke çawa li HDPê bikin? Ew namzed ji HDPê re bar an kar in? Surprîzên vê hilbijartinê çi ne? Namzedê HDPê yê Stenbolê Prof. Dr. Erol Katircioglu ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

Ekonomîst, nivîskar û namzedê Parttiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Prof. Dr. Erol Katircioglu di axaftina xwe de ji bo namzedên çep ku ji HDPê re bar an kar in got: "Ne bar in û bi qenaeta min şaş e ku mirov meseleyê bi vî awayî temaşe bike. Ez wiha bêjim li Tirkiyeyê ji xeyrî HDPê hinek kes an jî partiyên ku xwe çep dibînin hene. Eger îdîayeke cuda ya van partî û şexsan ji ya HDPê cudatir tune be divê ev helandina xwe ya nava HDPê qebûl bikin. Yanî ez wiha bêjim, ev kesên ku wek HDPê heman tiştî dibêjin lê ji HDPê cuda wek rêxistinekê ne. Ev ne tiştekî rast e. Madem herdu heman tiştî dibêjin, ne divê tekoşîna xwe ya ji bo gel mil bi mil, li kêleka hev bidin meşandin. Ya girîng divê mirov bibe perçeyek tekoşîna gel."

‘KES Û PARTIYÊN ÇEP DIKARIN XEBATÊN XWE DI NAVA HDPÊ DE BIDIN MEŞANDIN'

Namzedê HDPê yê Stenbolê Prof. Dr. Erol Katircioglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dîtina bar an jî kambur ne rast e, lê ji bo her kesî pêvajoyeke fêrbûnê heye. Helbet li Tirkiyeyê li derveyê HDPê jî partiyên çep hene. Banga min jî ji bo wan, bifikirin zêde di nava we û HDPê de ferqiyeteke îdeolojîk a cuda tune ye. Û hûn dikarin vê xebat û tekoşîna xwe di nava HDPê de bidin meşandin."

GELEK ÎNSAN WÊ LI HEMBERÎ KIRYARÊN KU HATIN SERÊ HDPÊ BÊDENG NEMÎNIN

Nivîskar Prof. Dr. Erol Katircioglu di axaftina xwe de ji bo pirsa ‘problemeke HDPê ya bendê heye, partî wê bikaribe bende derbas bike gelo?' got: "Belê, li gor hinek şirketên lêkolîner ê raya giştî em dikarin bêjin problemeke derbasnekirineke HDPê ya bendê heye. Tabî ji aliyê din ve em nizanin ev lêkolîn li ku têne kirin û yên bersiv didin ditirsin an na? Wek min got li gor hinek anketan HDP di hidûd de ye, li gor hinekan jî derbas dike. Lê li gor nêrînên min ên ji qadê ez dibêm em ê bendê derbas bikin. Ji ber ku wê însan li hemberî kiryarên ku hatin serê HDPê wê bêdeng nemîne. Kiryarên wek girtin û betalkirina parlamenteriyan, tayînkirina qeyûman nebûna sûc û bêgunehiya wan dê bibe sebeb ku însan dengê xwe bidin. Ev kiryar dê wijdanê gelek kesan biêşîne. Yên heta niha qet deng nedabin jî li gor qenaeta min vê carê wê deng bidin. Bi texmîna min em ê benda hilbijartinê derbas dibin."

‘ERDOGAN WÊ KÊMÎ REQEMÊN KU TÊNE PARVEKIRIN BISTÎNE'

Katircioglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di hilbijartinên parlamentoyê de kêmbûna parlamenteren muxalif yanî zêdebûna parlamenterên hikûmetê wê ji bo min suprîz çêbibe. Ji bo ku li gor nêrîna min wê parlamenterên muxalif pir zêdetir bin û AKP piraniya parlamentoyê bi dest nexe. Yanî dema berovajî vê bibe dê ji bo min surprîz be. Di hilbijartina serokomariyê de jî eger Recep Tayyip Erdogan were hilbijartin wê ji bom in bibe surprîz. Bi qenaeta min gelên Tirkiyeyê jî ferq kirin ku êdî bi Erdogan re hew tê meşandin. Li raya giştî gelek reqem têne parvekirin û bi nêrîna min Erdogan wê pir kêmî van reqeman bistîne."

Bi heman mijarî:

Zîlana 13 salî ji ber nivîsa ‘Selo’ û ‘HDP’ hat binçavkirin
Li gor anketa SONARê Ince 10 pûan zêde kiriye û HDP bendê debas dike
Ciwanên ku li dîwaran ‘ketil' nîgar kirin û ‘hêvî' û ‘HDP' nivîsandin, hatin girtin
HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da
Li gorî şîrketa ku bê xeletî encamên hilbijartinê texmîn kir, HDP bendê derbas nake
YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
Etîketan:
hilbijartina 24ê Hezîranê, AKP, HDP, erol katircioglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de