05:51 21 Hezîran 2018
YPG - HSD - Çekên Amerîkî Li Sûriyê

Iişik: Hevaltiya Amerîkayê ya bi YPGê re şaşiyek mezin bû

© AP Photo / APTV
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Fikri Işik derbarê veguhastina tirbeya Suleyman Şah de got ku ewder axa Tirkiyê ye, bi guncawkirina şert û mercan, dê cardin biçe cihê xwe. Herwiha Işik derbarê mijara Minbiçê de jî got, Amerîka hin şaşiyên mezin kirin, lê niha avêtina hin gavan, rûdanek erênî ye.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Fikri Işik ji televizyona Haberturkê re axivî û derbarê DYA û veguhastina tirbeya Suleyman Şah de agahiyên girîng dan. Işik wiha axivî: "Hevaltiya dewletek wek Amerîkayê ya xwedî heza kurewî bi hin komanre, tevgerek xelet bû. DYAyê ji vê xeletiyê haydar e. Amerîka bi hinceta ku li dijî DAIŞê dê têbikoşe partnerî bi YPGê re danî û çek danê."

Cîgirê werokwezîr di axaftina xwe de mijar anî ser Minbiçê û got ku ev mijar mijarek girîng û taybete, bi ketina DAIŞê vê pêvajoyê dest pê kir, paşê herçiqas gotin em ê YPGê ji herêmê derînin jî sozên xwe bi cih neanîn.

Işik: "Di vê mijarê de soz dan me, çend caran soz dan min jî, lê bicihanîna sozan rûdanek erênî ye. Divê Amerîka biryarek stratejîk bide. Problema me ya herî mezin, partneriya Amerîka ya bi hin koman re ye."

Işik derbarê veguhastina tirbeya Suleyman Şah de jî got ku ewder axa Tirkiyê ye, bi guncawkirina şert û mercan, dê cardin li cihê xwe vegere.

Bi heman mijarî:

Di navbera Tirkiye û Fransayê de dîplomasiya Minbiçê
Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê: "Pêşengiya me Minbiç e"
Etîketan:
partner, hevaltî, leşker, ypg, Fikri Işik, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de