00:40 18 Hezîran 2018
Polis / Polîs

Wesayîta leşker û polîsan li hev qelibî: 18 birindar

© AFP 2018 / OZAN KÖSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li Qersê wesayîta leşker û polîsên ku bergiriya konvoya serokwezîr bigrin li hev qelibîn.

Hat ragihandin ku li Qersê wesayîta leşker û polîsên ku bergiriya konvoya serokwezîr bigrin li hev qelibîn. Di qezayê de 16 leşker û 2 polîs birîndar bûn. Serokwezîr Binali Yildirim îro li bajarê Qersê mitîngê li dar dixe.

Wesayîta leşkeran ku ji baregeha leşkerî ya Harakaniyê ber bi Nexweşxaneya Dewlet a Qersê ve diçû seet li derdora 10:30an li çerxerêya balafirxaneyê bi wesayîta polîsên ku di konvoya Serokwezîr Yildirim de wezîfedar bûn li hev qelibîn.

Di bûyera qezayê de 16 leşker û polîs birîndar bûn. Piştî bihîstina qezayê gelek ambulans, tîmên tendirustî û hêzên ewlehî bo herêma qezayê hatin şandin. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Qersê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Li Belçîka êrîşa çekdarî: 2 polîs hatin kuştin
Revandina keçekê bû sedema şerê eşîran: 2 jê polîs 17 birîndar
Milîtanan li Dantewadayê êrişî polîsan kir: 6 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû
Balafira ku polîs û leşker têdebûn ket: Mirî hene
Li Hatayê gule bi ser polîsan de reşandin: 2 polîs birîndar bûn
Etîketan:
Wesayîta leşker û polîsan li hev qelibî, Qers, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de