05:47 21 Hezîran 2018
Hilbijartin - dengdan - sindoq - YSK - Tirkiye

Li gor Ahmet Hakan nîşaneyên anketek pêbawer

© Foto : Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK)
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan derbarê anketên bo hilbijartinên 24ê Pûşberê de nivîsek nivîsand. Hakan, "Heke di anketekê de bibijên di tûra ewil de dê hertişt biqede, dûrî wê anketê bisekinin."

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan derbarê anketan de nivîsek nivîsand û ji xwendevanan re got ku bi her anketê bawer nebin û di nivîsa xwe de cih da nîşaneyên anketên pêbawer.

Ahmet Hakan: "Di anketekê de dengê Meral Akşener û Muharrem Ince di bin dengê Ekmeleddin İhsanoglu de bin, heke di anketekê de dengê recep Tayyip Erdogan di bin ji %40an de be ji wê anketê bawer nekin. Heke di anketekê de dengê Muharrem Ince di bin rêjeya CHPê ya ji %25an de be guh nedinê. Ger anketekek dengê Erdogan gelekî di ser rêjeya hilbijartina serokomariyê re nişan bide, bi gûman lê binhêrin."

Li gor Ahmet Hakan di tûra ewil de ti kes bisernakeve û wiha got, "Heke di anketekê de bibêje di tûra ewil de dê hertişt biqede, dûrî wê anketê bisekinin."

Hakan derbarê HDPê de jî got, ger di anketekê de bê gotin HDP ji %7an jî deng nagire, ji wê anketê gelekî dûr bisekinin.

Etîketan:
anket, hilbijartin, Ahmet Hakan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de