03:10 18 Hezîran 2018
PKK-Qendil

‘Operasyona Qendîle wê bi kordînasyona Amerîkayê bimeşe'

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 15

Rojnamevan û nivîskarê Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku operasyona Qendîlê wê bi kordînasyona Amerîkayê bimeşe.

Rojnamevan û nivîskarê Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de got: "Planeke taybet a li hemberî Qendîlê di dewrê de ye. Pêşî Qendîl bi top, hawan û ji aliyê balafirên şer ve bi rojan dê were bombekirin ku ji bo operasyonê amade bibe. Operasyon wê bi kordînaye Amerîkayê were meşandin. Başe ji vê berjewendiya Amerîka çi ye? Ev demeke tê gotin ku Amerîka dixwaze têkiliyaa PKK û YPGê ji hev bibire."

‘BAYIK Û KARAYILAN LI BAREGEHÊN PARASTÎ DIMÎNIN'

Abdulkadir Selvi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Eger were bîra we ev pêşî ji aliyê Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Jim Mattis ve hatibû bilevkirin. Xuyaye bi Îranê re jî tekiliyek tê meşandin. Ji bo ku bêyî Îranê operasyona Qendîlê wê kêm bimîne. Beşek çiyayê Qendîlê li Iraqê û beşek jî li Îranê ye. Tê gotin rêvebirên PKKê Cemil Bayik û Murat Karayilan li baregehên parastî yên li beşa Îranê dimînin."

Bi heman mijarî:

Selvi: Erdogan li Amedê hişyarî dan, ji ber ku rewşê cidî dibîne
‘Hayê Erdogan û Yildirim ji ankêta ku Selvi eşkere kir tune ye'
Ji Selvi dîroka derbeyeke nû: Vê carê wê gelek xwîn were rêtin
Selvi: Erdogan cara yekemîn meydan ji Gul re xwend
Selvi: "Amerîka operasyona Reqqayê wê bi YPGê re bike"
Etîketan:
Operasyona hewayî ya çiyayê Qendîlê, PKK, Abdulkadir Selvi, Qendîl, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de