13:30 23 Hezîran 2018
Polîs - binçavkirin

Zîlana 13 salî ji ber nivîsa ‘Selo’ û ‘HDP’ hat binçavkirin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Zarokeke 13 salî li bajarê Bursa yê Tirkiyeyê bi hinceta ku li ser dîwar nivîsa ‘Selo’ (Selahattîn Demirtaş) û ‘HDP’ nivîsandiye hat binçavkirin.

Li gor nûçeya peyamnêrê Gazete Duvarê Haci Bişkin, zarokê 13 salî ji ber nivîsa ser dîwarê mala xwe ya ‘Selo' û ‘HDP' ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.

Zaroka keç a bi navê Zîlan piştî ku li taxa Hacivat a navçeya Yildirim a Bursayê hatiye binçavkirin, ew birina buroya zarokan a Bursayê û dema fitarê jî polîsan xwestiya dê û bavê wê herin navenda asayişê.

​Parêzer Cahît Kirkazak ragihandiye ku hîn li emniyetê lêpirsîna ji bo Zîlanê berdewam dike.

Bi heman mijarî:

Serokê Saadetê: Bi gotina tune, pirsa kurd tune nabe
Li Cizîrê ji peywirdarên sindoqan hat xwestin ku karê xwe berdin
Demirtaş derbarê Erdogan de doz vekir
Kardashian: Ez her dem tazî bûm, xelata modeyê dan min
Aldar Xelîl: Em amade ne bi Şamê re diyalogê bikin
Etîketan:
Selo, Zîlan, Binçavkirin, Bursa, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de