22:55 21 Hezîran 2018
Hilbijartin - dengdan - sindoq - YSK - Tirkiye

Li Cizîrê ji peywirdarên sindoqan hat xwestin ku karê xwe berdin

© Foto : Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK)
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Lijneya Hilbijartinan a Navçeyê ya Cizîrê bi telefonê ligel peywirdarên sindoqên hilbijartinê axivî û daxwaz kir, karê peywirdariya sindoqan berdin.

Hat diyarkirin ku kesên ji aliyê lijneya hilbijartinê ve daxwaza berdana karê peywirdariya sindoqan ji wan hatiye kirin, endamên sendîkaya karmendan a KESKê ne.

Li gor daxuyaniya Platforma Şaxên Şirnexê ya KESKê lijneya hilbijartinê ji wan re gotiye, "Di peywirdarkirinê de şaşî çêbûye. Ji bo yek sindoqê zêdeyî kesekî hatiye peywirdarkirin."

KESKê ev biryara lijneya hilbijartinê wekî karekî derveyî yasayan pênase kir û ji endamên xwe daxwaz kir ku peywira xwe ya li ser sindoqên hilbijartinê bernedin.

 

Bi heman mijarî:

Trump îşev li Koşka Spî fitarê dide
Kardashian: Ez her dem tazî bûm, xelata modeyê dan min
DYA: Hezar kêmasiyên projeya F-35an hatin tesbîtkirin
Demirtaş li ser mîtinga xwe daxuyanî da: Ji Edirneyê heta Amedê...
Komedyenê skoçî dixwaze bi pûtîn re gulaşeke 'erotîk' bike
Etîketan:
Tirkiye, Şirnex, Cizîr, Hilbijartin
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de