20:17 20 Hezîran 2018
Boğaziçi Üniversitesi

Xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê hatin berdan

© Foto : Wikipedia
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku 14 xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê yên li dijî komeke din ku ji bo operasyona Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê loqim belav dikirin bertek nîşan dabûn û gotibûn ku "loqima qetlîaman nabe" îro derketin pêşberî dadgehê û piştî darizandinê biryar hat dayîn ku bi mercê kontrola edlî werin berdan.

21 xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê îro li 32yemîn Dadgeha Cizayên Giran a Stenbolê derketin pêşberî dadger.

Piştî dadgehkirin û îfadedayînê, tevahiya xwendekarên girtî hatin berdan ku seroka Komîsyona Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Bogaziçiyê ya li Stenbolê Kubra Sagir ji di nav wan de bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî demekê 15 xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ji ber helwesta dijber a operasyona Efrînê ji aliyê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ve wek hedef hatibûn nîşandan û piştî wê hatibûn desteserkirin. Di encama lêpirsînê 9 xwendekar hatibûn desteserkirin û 6 hatibûn berdan.

Hevalên xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ji bo piştgirîdanê li Edliyeya Çaglayan li Stenbolê civiyan.
© Sputnik / Salih Turan
Hevalên xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ji bo piştgirîdanê li Edliyeya Çaglayan li Stenbolê civiyan.

Xwendekarên desteserkirî bi tometa "propogandaya rêxistina terorê" dihatin darizandin.

Bi heman mijarî:

Erdogan xwendekarên kurd yên zanîngehê wekî 'terorîst' binav kir
Rektorê Zanîngeha Bogaziçiyê bi peyamekê bersiv da serokomarê Tirkiyeyê
Li ser Pira Bogaziçiyê qezaya trafîkê: 11 birîndar
Li Pira Bogaziçi ya Senbolê çalakiyek hat lidarxistin, bo demekê çûnûhatin rawestiya
Li Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê şevbuhêrka dengbêjan hat lidarxistin
Li Zanîngeha Bogazîçîyê wesaîta biguman!
Etîketan:
xwendekar, Berdan, Dadgeha Cizayên Giran a Stenbolê, tirkiye, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de