13:31 23 Hezîran 2018
Leşkerên tirk li nav sînorên Herêma Kurdistanê - Çiyayên devera Bradostê

Berdevkê AKPê: Artêşa me berbi Qendîlê ve diçe

© Sputnik / Osman Başqalî
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê AKPê Mahit Unal ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê berbi Qendîlê ve diçe û Tirkiye di meha Adarê de dest bi vê operasyonê kiriye.

Berdevkê Partiya Geşedan û Dadweriyê (AKP) ku li Tirkiyeyê desthilatdare Mahir Unal di derbarê operasyona muhtemel a Tirkiye li dijî Qendîlê pêk bîne de axivî û diyar kir ku Artêşa Tirkiyeyê niha ber bi Qendîlê ve diçe û Tirkiye vê operasyonê di meha Adarê de da destpêkirin.

Hejayê gotinê ye ku Artêşa Tirkiyeyê ev demeke li nav axa Herêma Kurdistanê operasyona leşkerî li hemberî endamên PKKê daye destpêkirin û şerên dijwar di navbera leşkerên tirk û endamên PKKê de rû didin.

Bi heman mijarî:

Balafirên tirk dîsa herêma Qendîl, Xakurk û Basyanê bombe kirin
Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin
Balafirên Tirkiyeyê dîsa Qendîl û Asos bombebaran kirin
Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Qendîl û Biradost bombebaran kirin
Etîketan:
PKK, tirk, artêş, Mahir Unal, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de