20:18 20 Hezîran 2018
Huda-Par

HUDA-PAR: Me bi Tifaqa Cumhur re li hev nekir, em reqîb in

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Serokê Giştî yê Huda-Parê Mehmet Yavuz ragihand ku di warê lîsteyan de wan bi AKPê re li hev nekiriye û ew reqîbê hev in. Yavuz, "Bi me re fikra pêkanîna tifaqa bi HDPê re tine bû."

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Mehmet Yavuz ragihand ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê ku di warê lîsteyan de wan bi Partiya Dadwerî û Geşedanê (AKP) re li hev nekiriye û ew reqîbê hev in. Yavuz, "Ger em tevî logaya partiya xwe di nava Tifaqa Cuhru de cih girtiba, dê bibûya lê nebû. Em li ser lîsteyan axivîn go ligel lîsteya AKPê tev li hilbijartinan bibin, lê rêkeftinek pêk nehat."

‘DI MIJARA PIRSA KURDÎ XELETÎ DIDOMIN'

Serokê HUDA-PARê Mehmet Yavuz di bernameyeke televizyonî de axivî, "pirsa kurdî bi xweferzkirinê dewletê re derketiyê holê, di vê mijarê de xeletî didomin, qedexeyên li ser zimên û nasnameyê berdewam dikin."

‘BI ME RE FIKRA PÊKANÎNA TIFAQEKE LIGEL HDPÊ TINE BÛ'

Yavuz li ser hevdîtinên partiya xwe yê bi HDPê re jî axivî û diyar kir ku di dema hevdîtinan de fikreke wan a tifaqê tine bû, "Dema ku me bi HDPê re hevdîtin pêk anî, fikra pêkanîna tifaqekê bi me re tine bû. Di dema hilbijartinan de şer û pevçûn rû didin. Ji bo ku şer û pevçûn pêk neyên me daxwaza hevdîtinan kir."

Bi heman mijarî:

HUDA-PAR dê di hilbijartina serokomariyê de piştgiriya kê bike?
‘HDP û Huda-Par ber bi tifaqê ve diçin'
Huda-Par: Bi ti partiyekê re rêkeftina me ya hilbijartinê ku encamekê bide çênebû
HUDA-PAR derket Beştepeyê: Erdogan û Yapicioglu civiyan
YSK: Huda-Par dikare beşdarî hilbijartinan bibe
HUDA-PAR bi Partiya Saadetê re hevdîtinekê pêk tîne
Etîketan:
Hilbijartin, Serokê Giştî yê Huda-Parê, HUDA-PAR, Mehmet Yavuz, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de