04:16 22 Hezîran 2018
ALA HDPÊ-hdp

Mele bo sifreya fitara HDPê azan neda

© Sputnik / HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Jinên Amedê bi beşdarbûna Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan ve li navçeya Baglarê sifreya erdê ya fitarê danîn. Di ser saeta fitarê re deqîqe derbas bûn lê deng ji mele derneket, piştre jinan fitara xwe vekirin.

Li Amedê ji aliyê jinan ve sifreya fitarê li navçeya Baglarê ya Amedê hat danîn, hevseroka HDPê Pervin Buldan jî beşdarî bernameya sifreya fitarê ya erdê bû. Herwiha hat ragihandin ku meleyê mizgefta nêzî kolana ku sifreya erdê lê hatiye vekirin azan neda. Hat gotin ku beriya niha jî çend bûyerên wisa qewimîbûn, herçiqas giliyê mele hatibe kirin jî ti encam jê nehatiye stendin.

​Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Buldan derbarê pirsgirêkên jinan de axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku bo çareserkirina pirsgirêkên jinan em ê bixebitin û vê pêvajoyê dê jin qezenç bikin, hikumeta AKPê û serokomar dersa herî mezin wê ji me bigrin, hêza me ya ku vî welatî biguherîne heye û em ê biguherînin jî.

Piştî axaftina Buldan nêzî 100 jin derbasî ser sifreya fitarê bûn. Di ser saeta fitarê re deqîqe derbas bûn lê deng ji mele derneket, piştre jinan fitara xwe vekirin.

Etîketan:
melle, fitar, rojî, Ajansa Mezopotamya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de