06:58 22 Hezîran 2018
PKK-Qendil

Bahoz Erdal ji Okaza Siûdî re axift: YPG ne beşekî PKKê ye

© AP Photo /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 60

Fermandarê PKKê Bahoz Erdal diyar kir ku rola wan rasterast di damezirandina YPGê de tine lê wan di êrîşên DAIŞê li ser Kobaniyê de piştgirî daye YPGê û teqez kir ku "YPG ne beşek ji PKKê ye. Erdal diyar kir ku di 2014an de ji bo serdana malbata xwe bike çûye Rojava û ew jî dubare nebûye.

Malpera Erebistana Siûdî li gel fermandarê PKKê Bahoz Erdal ku bi eslê xwe ji Dêrika Hemko ya Rojavayê ye, hevpeyvînek pêk anî û di wê hevpeyvînê de behsa PKKê, têkiliya wê bi Sûriyeyê û YPGê re û şerê wan li dijî Artêşa Tirkiyeyê kir. Nûçe derbarê Erdalî de wiha dinivîse: "Doktor(Bahoz Erdal) ku li çiyayan bi vî bernavî bangî wî dikin, gelekî baş nexşeya Sûriyeyê dizane wek ku şerî li wir bi rê ve dibe, lê ji binî ve red dike ku tev li şerê li Sûriyeyê bûye. Li gorî gotina wî, tenê havîna sala 2014an, serdana malbata xwe kiriye û ew jî dubare nebûye.  Ew qet dudilî nebû ku dê şerê xwe li diJî dewleta Tirkiyeyê zêde bikin û destnîşan kir ku partî (PKK) bû ku pirsa kurdî danî pêşiya bûyerên herêmê."

Li gorî nûçeyê, hevpeyvînê 4 saetan dewam kir, behsa Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û têkiliyên li gel herêma Kurdistanê hatiye kirin. Tiştên sereke ji wê hevpeyvînê wiha ne:

"MA PKKê DIKARE LI TIRKIYEYÊ KARÊ SIYASÎ BIKE?"

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd
© Sputnik / Hikmet Durgun
Erdalî diyar kir ku PKK wiha difikire kêşeyên Rojhilata Navîn bi şer û projeyên li herêmê tên ceribandin nayên çareserkirin û çareseriya bingehîn ew e ku pergaleke pêkvejiyana gel û civakan pêk were û li ser sedema ku PKKê hîn şer dike, wiha got: "Ma derfeta xebata siyasî ji bo partiyê (PKK) li Tirkiyeyê heye? Di salên borî de PKK hewl da ku çareseriya siyasî û diyalogê pêk bîne ku ya dawî sala 2013an bû, gava ku Ocalan agribest û vekişîna hêzên me ji sînorên Tirkiyeyê ragihandin da ku qonaxeke nû ji bo çareserkirina pirsa kurdî dest pê bike lê Hikûmeta Tirkiyeyê mafên gelê kurd qebûl nake. Niha jî bi dehan parlamenterên kurd ên ku di bin sîwana qanûna tirkî de dixebitîn, di girtîgehê de ne ku Selahattin Demirtaş jî di nav wan de ye. Em wiha dibînin ku pirsa kurdî, pirseke siyasî ye û çareseriya wê tenê siyasî ye.","

"PKK PIRSA KURD KIR MIJARA SEREKE YA DEWLETA TIRKIYEYÊ"

Okazê di hevpeyvînê de pirseke wiha kir, "hinek wiha dibînin ku hûn (PKK) sedema trajediya kurdan in?" Erdal wiha got: "Berovajî wê, eger ne ji PKKê bûya, eger têkoşîna çekdar tine bûya, dê rewşa kurdan çawa bûya. Eger ne ji PKKê bûya, dê behsa pirsa kurdî jî nebûya. Partiyê wiha kir ku pirsa kurdî kir mijara sereke ya dewleta Tirkiyeyê…partî bû ku gelê kurd anî ba hev."

"ME DI ŞERÊ KOBANIYÊ DE PIŞTGIRÎ DA YPGÊ"

Li ser îdîaya ku Bahoz Erdal damezirîner û endazyarê YPGê û rola wî di rewşa Sûriyeyê de, Erdal got, "pirsyara bi vî awayî realîteyê nîşan nade. YPG encama rewşa Sûriyeyê derket. Ciwanên kurd wek herêmên din xwe bi rê xist û ji xwe Yekîneyên Parastina Gel damezirandin. Lê me wek partî ew yekîne ava nekirin. Lê berî damezirandina wan û piştî wê jî piştgiriya çekan û tiştên din da wan…Lê gava êrîşên DAIŞê li ser herêmê û Kobaniyê, me piştgirî da wan YPG…em vî tişti înkar nakin.

"ME HIM CEBILXANE Û HIM JÎ ŞÊWIRMENDÎ DAN YPGê"

Erdal derbarê çawaniya piştgirtina YPGê de jî wiha got: Me di dema êrîşên DAIŞê de bi awayekî zelal û konsantre alîkariya YPGê kir, me cebilxane jî da û herwiha şêwirmendî jî da wan da ku metodên xwe yên şerî bi pêş de bixin û herêmên xwe biparêzin.

"YPG NE BEŞEK JI PKKÊ YE"

Di berdewamiya hevpeyvînê de û li ser bandora kesayeta xwe, Erdal wiha dibêje: Ez rola PKKê li Rojava înkar nakim, nexasim ku Ocalan 20 salan li Sûriyeyê maye û hîn bandora wî heye. Hinek ciwanên di nav gerîlayan (PKK) de hebûn û vegeriyan Sûriyeyê. Wan xwest ku beşdarî YPGê bibin û bi rastî jî çûn wir û beşdarî damezirandina wan yekîneyan bûn…Tecrubeya ku wan bi PKKê re bi dest xistiye, roleke xwe hebû ku şiyanên şervaniyê yên ciwanên li Sûriyeyê bi pêş de bixin. Ev çîroka PKK bi YPGê re ye. Lê YPG ne beşek ji PKKê ye."

"ROLA MIN DI NAV YPGê DE DI ÇARÇOVEYA PARTIYÊ DE YE"

Bahoz li ser rola xwe wek kes di damezirandina YPGê de jî wiha dibêje: Ez şervanekî PKKê me. Lê nabe rola min wek kes were nirxandin, anku rola min di çarçoveya partiyê de ye ku min berê jî destnîşan kiribû. Me di vê çarçoveyê de şîret û şêwir dane şervanên li Sûriyeyê."

"EM NIKARIN QADA ŞERÊ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ BIHÊLIN Û BI SÛRIYEYÊ MIJÛL BIBIN"

Erdal teqez kir ku mijûlahiya wî ya sereke, şerê li dijî Artêşa Tirkiyeyê ye û wiha got: "Şerên giran di navbera me de hene. Ev şer ji bo me bingehîn e. Lewra em nikarin vê qadê bihêlin û bi ya sûrî mijûl bibin..Şerê me yê bingehîn, li dijî Artêşa Tirkiyeyê ye…Ev tişt hatiye ragihandin."

"GAVA LI SÛRIYEYÊ BÛN, DAIŞÊ ÊRÎŞ KIR"

Fermandarê PKKê eşkere dike ku havîna sala 2014an serdana Sûriyeyê kiriye ku ew jî serdaneke civakî bû û sê mehan li wir ma. Lê ti aliyekî siyasî û leşkerî ya wê serdanê tine bû. Lê ew serdan bi êrîşên DAIŞê re hevdem bû, em bi şervanan re civiyan û me şîret û şêwir dan wan."

Têkilîdarî operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê û sedema ku "zûka ket" de, Erdal diyar kir ku ji ber mezinbûna artêşa Tirkiyeyê û dorpêça li ser Efrînê, tiştekî asayî bû ku bikeve û wiha dewam kir, "Li gorî me rewş şopand, berxwedana li Efrînê li himberî nûjentirîn çekan û duyem mezintirîn hêza NATOyê bû. Rast e ku Artêşa Tirkiyeyê û kom ketin Efrînê lê şerê wir neqediyaye û berxwedaneke bi awayekî din li Efrînê dest pê kiriye."

"NÊZÎKATIYEK HESTBAR DI NAVBERA KURDAN DE HEYE"

Erdal got ku "propogandaya dibêje, YPG û HSDê li rojhilata Firatê talîmatan ji PKKê werdigrin û beşekî PKKê, tawanbarkirina Tirkiyeyê ye da ku behaneyekê peyda bike û têkeve Sûriyeyê. Lê têkiliyên kurdan li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê berdewam in. Ev danûstendin, nêzîkatiyeke hestbar jî di navbera kurdan de diafirîne."

Herwiha Fermandarê PKKê teqez kir ku ti ajendeyên PKKê li Sûriyeyê tine ne û got, "eger me bixwesta herêmên kurdan li Sûriyeyê bi rê ve bibin, em ê biçûna wir û li vir nediman."

Derbarê giringiya Minbicê ji bo HSDê, Erdal wiha got: Rewşa li Minbicê ji herêmên din nayê cudakirin. Sedem ew e ku hemû hêzên navdewletî li ser erda Sûriyeyê û hemû berjewendî ketine nav hev. Lewra ketina Tirkiyeyê bo Minbicê girêdayî rewşa Sûriyeyê bi giştî ye. Ya li Minbicê giring, rêxistina navbera pêkahetên herêmî ye. Çareserî li Minbicê û deverên din jî ev e.

Bi heman mijarî:

Generalê amerîkî: Em dê alîkariya Tirkiyeyê di operasyona li dijî PKKê de nekin
Osman Ocalan: PKKê Apo firot
Waliyê Mûsilê: Herêma ku PKKê valakiriye di bin xetereyê de ye
Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê ji PKKê xwest ku derûdora gund û avadaniyan biterikîne
Iraq: Agahiya me ji rêkeftina Tirkiye û Bexdayê ya li dijî PKKê tune ye
ENKS: Nabe Tirkiye şerê xwe yê bi PKKê re bîne nava axa Sûriyeyê
Pirsporê Amerîkî: Dibe ku piştê operasyona Efrînê pirsgirêka PKKê mezintir bibe
Etîketan:
Sûriye, PKK, Bahoz Erdal, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de