03:01 18 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Şerşêwirmendê Erdogan: Dê hilbijartin dûbare bibe

© AP Photo / Presidential Press Service
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)
0 02

Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum ragihand ku di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ger muxalefet piraniyê bi dest bixe, dê dûbarekirina hilbijartinan were rojevê.

Uçum ji medya amerîkî re axift û diyar kir ku, di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ger muxalefeta ku hevkariya Erdogan red dike piraniyê bi dest bixe, dê hilbijartin werin dûbarekirin.

Uçum, "Eger muxalefet parlamentoyê bi dest bixe û Erdogan were bijartin ev tê wê wateyê ku hilbijêr dibêjin ‘divê hev kontrol bikin û bi hev re hevkariyê bikin' Eger di vê mijarê de bi ser nekevin dibe ku parlamento an jî serokomar dibe ku biryara dûbarekirina hilbijartinê bide."

Li gorî nûçeya BBCya tirkî Uçum amaje dike ku ev dê ‘çareya dawiyê' be û encameke wiha dê Tirkiyê bixe tengasiyê.

Uçum, "Bi van hilbijartinan Tirkiyê ji pergala parlementeriyê dê biçe pergala serokatiyê. Ger hemû alî tev li vê pêvajoyê nebin, bi ser nakevin."

Uçum îdia kir ku hem Erdogan û hem jî dê AKPê bi ser bikeve. Çimkî hilbijêr dê biryareke ‘rasyonel' bide û erkê bide heman partiyê.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu rexne li Erdogan girt û cihê çareserkirina pirsa kurd nîşan da
Demirtaş ji bo Erdogan: Gaziyê prompterê
Nîqaşa ‘promterê’ yê Erdogan didome
‘Dinya hewldanên Erdogan wek dijmintiya kurdan fêhm dike'
Birayê Salih Muslim: Divê kurd piştgiriya Erdogan bikin
Etîketan:
Hilbijartin, Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Uçum, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de