23:08 21 Hezîran 2018
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu

Karamollaoglu: Mafê perwerdeya zimanê zikmakî wê di destûrê de were garantîkirin

© Foto : Navenda Giştî ya Partiya Saadetê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu tirk tirk e û kurd jî kurd e. Pirsgirêka kurdî bi heq û edaletê çareser dibe.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu li Amedê di axaftina xwe ya Navenda Lekolînên Civakî ya Dîcleyê degot: "Pirsgirêka kurdî 4 welatan eleqedar dike. Di meseleya kurdî de yên herî semîmî û wêrek Partiya Saadetê ye. Şertê aramiyê jiyana bi heq û edalet e. Tirk tirk e û kurd kurd e. Pirsgirêka kurdî bi heq û edaletê çareser dibe. Pêwistî bi guherîneke mezin heye."

Temel Karamollaoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di pirsgirêja kurdî de divê dewlet polîtîkayeke biîstîqrar bimeşîne. Kemasî divê bi hemû aliyan ve were nixandin. Bi reformên ku em bikin wê pirsgirêka kurdî çareser bibe."

Karamollaoglu di dirêjiya axaftina xwe de wahd dan û got: "Destûreke nû ku di nav de heq û edalet hebe dê were çêkirin. Mafê perwerde yê zimanê zikmanî di destûrê de wê bê garantîkirin û ji bo temsiliyeta parlamentoyê em ê bendava hilbijartinê rakin."

Bi heman mijarî:

Karamollaoglu bertek nîşanî polîsên tirk da: Li dijî bûyerê bêdeng man
Karamollaoglu: Pirsgirêka HDPê ya benda hilbijartinê nîne
Temel Karamollaoglu: Divê Demirtaş bê berdan
Karamollaoglu: Meseleya HDPê, meseleyeke pratîk e û em ê raporta pirsa kurdî eşkere bikin
Karamollaoglu ji bo Gul: Em şensê xwe dîsa biceribînin
Etîketan:
Partiya Saadetê, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de