09:49 23 Hezîran 2018
Bekir Bozdag

Bozdag: Hewce bike operasyonên bejayî jî dê dest pê bikin

© AP Photo / Burhan Ozbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Berdevkê Hikumetê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekir Bozdag derbarê nexşereya Minbiçê de hin daxuyanî dan. Bozdag, "Rojimêrek berbiçav li pêş me ye, li gor 90 rojî hatiye plankirin, kengî wê çi bên kirin hemû diyarin."

Berdevkê Hikumetê û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekir Bozdag ji televizyona Haberturkê re axivî û derbarê nexşereya vekşîna ji Minbiçê de wiha got: "Di 10 rojan de dê çi bên kirin, di mehekê dê çi bê kirin hemû hatine tespîtkirin, plana 90 rojî hatiye amadekirin. Di dawiya pêvajoyê de armanc vekşîna rêxistinê ye û radestkirina çekên di dest ye." Herwiha Bozdag eşkere kir ku plan bi Minbiçê tenê ve ne sînordarkiriye, Rojhilatê Firatê jî dê bê pakijkirin.

Cîgirê serokwezîrê tirk di axaftina xwe de mijar anî ser operasyona dijî Qendîlê û got, Tirkiye li dijî PKKê bi çalak û bi biryar têdikoşe: "Polîtîkaya tunekirina tehdîda derveyî sînor a dijî Tirkiyeyê ji zû de em dimeşînin. Operasyonên artêşa Tirkiyeyê ji zû de li Bakurê Iraqê berdewam in û operasyonên berfireh hatin lidarxistin. Hewcedarî hebe operasyonên bejayî jî dê dest pê bikin."

Bi heman mijarî:

Artêşê li sînor operasyon li dar xist: 6 milîtan hatin kuştin
Li hemberî rêxistinê operasyon: 27 kuştî
Artêşê li derveyê sînor operasyon li dar xist: Gelek milîtan hatin kuştin
Li Enqereyê operasyon: 30 kes hatin binçavkirin
Li giştiye Tirkiyeyê operasyon, gellek kes hatin desteserkirin
Li hemberî 96 leşkerên pile bilind operasyon: 65 kes hatin binçavkirin
Etîketan:
Minbiç, qendîl, çekberdan, operasyon, Bekir Bozdag, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de