01:17 18 Hezîran 2018
Hilbijartin - Pisûleya dengan

Li gor anketa SONARê Ince 10 pûan zêde kiriye û HDP bendê debas dike

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Şîrketa Lêkolînê SONARê di navbera 29ê Gulan û 3ê Pûşberê de li 26 bajaran bi 3 hezar kesan re anketek bo hilbijartinên 24ê Pûşberê yên Tirkiyeyê li dar xist. Şîrketê encamên anketê bi raya giştî re parve kir.

Şîrketa Lêkolînê SONARê derbarê hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê ya 24ê Pûşberê de anketek li dar xist.

Li gor encamên anketa SONARê piştî dengên kesên bêbiryar tên belavkirin rêjeya partiyan bo parlamenteriyê wiha ne.

  • AKP: % 42.2
  • CHP: % 28.2
  • HDP: % 10
  • Partîya IYI: % 9.2
  • MHP: % 7,1
  • Partiya Saadetê: % 2,1

Di anketê de tê xuyakirin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bendê derbas dike. Tifaqa Cumhur (AKP, MHP û BBP) ji dengan %49.3an werdigre. Tifaqa Milet jî (CHP, Partiya IYI, Partiya Saadetê û DP) ji %39.5 dengan digre.

Di tûra ewil ya serokomariyê de, piştî dengên kesên biryar tên belavkirin encam wiha ne.

  • Recep Tayyip Erdogan: % 48,3
  • Muharrem Ince: % 31,4
  • Meral Akşener: % 9,5
  • Selahattin Demirtaş: % 8,2
  • Temel Karamollaoglu: % 2,1
  • Dogu Perinçek: % 0.5

Li gor encamên anketê namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Ince rêjeya dengê xwe 10 pûan zêde kiriye.

Bi heman mijarî:

Parlamenterê almanî ji bo Erdogan û Demirtaş anket çêdike
Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
Etîketan:
tifaq, sindoq, dengdêr, hilbijartin, SONAR, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de