08:54 18 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Temamê welat bûye mexdûrê bêedaletiyê

© Foto : Navenda Giştî ya HDPê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Mitînga hilbijartin a namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş li ser medya civakî hat weşandin. Demirtaş di axaftina xwe de ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê got: “Ne yê ku li Edirneyê di hicreyê de tê girtin, hûn Demirtaş in. Baweriyê bixwe bînin. Xwe bi rûmet bikin.”

Namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş bi silavan dest bi axaftina xwe kir û got: "Hetanî cihê dengê min diçê silavên xwe dişînim. 20 meh in bi awayekî bêqanûnî wek rehîneyekî siyasî di vir de me. Ne ez û ne jî hevalên min ên girtî bi awayek adîlane nehatin darezandin. Siyasetmedaran guvaş li dadgehan kir û bi eşkere hiqûq hat binpêkirin."

EM Ê HEMÛ PIRSGIRÊKÊN XWE BI AŞTÎ ÇARESER BIKIN

Namzedê HDPê di axaftina xwe ya mitînga hilbijartinê de got: "Di salên dawî de bûyerên antîdemokratîk yên ku li Tirkiyeyê qewimîn, civata Tirkiyeyê di dinyayê de kir civata herî bêhêvî û herî reşbîn. Bi vê awayê Tirkiye di nav xwe de bir bû û li derve jî bi tenê me û bêitibar bû. Bêguman kes ji me vê rewşê heq nake. Em wek miletekî ku li ser axeke wiha dewlemend dijîn, tu car xemgîniyê û feqiriyê heq nakin. Ev ne qedera me ye û ne jî em mehkûmê vê rewşê ne. Em îro bi destgirtina hev dikarin Tirkiyeya demokratîk û jiyana bextewar û azad ava bikin. Îro ne roja xemgînî û tirsê ye. Em dikarin hemû pirsgirêkên xwe, bi aştî û bi hevgiriyê çareser bikin. Em ê bêyî ku tu kesî dûr bixin û wek dijmin bibînin welatekî biratiyê ava bikin. Em tu kesî ne li gor nasnameya wî, ne li gor karê wî û ne jî li gorî cinsiyeta wî ji hev naqetînin û em ê di dewletê de serdestiya demokrasî û hiqûqê ava bikin. Dewlet, dewleta me hemûyan e, eger welat jî welatê me hemûyan be, naxwe avakirina rêvebiriyeke hevpar û adil deynê stûyê me ye."

TEMAMÊ WELAT BÛYE MEXDÛRÊ BÊEDALETIYÊ

Demirtaş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez di girtîgehê de me û dest lingê min girêdayîne, lê nûnerên hikûmetê di rojname û televîzyonanan de kampanyeya bêbextî areşkirinê li hemberî min dane destpêkirin. Mafê min bersivdayînê jî tuneye, lê ew hê jî kampanyeya xwe ya reşkirin û bêbextiyê dewam dikin. Lê hûn di bîra hemû tiştî de ne, ez vê dizanim û dibinim. Rewşa min tenê mînakeke. Îro temamê welat bûye mexdûrê bêedaletiyê. Bêedaletî tenê li avahiyên edaletê pêk nayê, ji nexweşxaneyan hetanî zanîngehan, ji qadan hetanî febrîqeyan û ji daîreyên dewletê hetanî kolanan li her derê rastî bêedaletiyê tên. Tirkiye bûye wek girtîgeha nîv vekirî. Bi vê re dixwazin împaratoriya tirsê ava bikin. Halbûkî em hemû dizanin karê dewletê ne tirsandin, xizmet e."

EM Ê WELAT JI VÊ ŞERMÊ RIZGAR BIKIN

Selahattin Demirtaş di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo kes xwe kêm nebîne û kes rastî dubendiyan neyê êm ê polîtîkayeke nû ku 81 milyonî himêz bike texin meriyetê. Em ê bi hemû qapasîteyê ji ax, dîrok, çand û mirata xwe îstîfade bikin. Em ê veberhênanê ne li beton û înşaeta vala, li ax, ked, xwêdan, hilberîn û zanistê bikin. Em ê jar û feqîriyê têk bibin. Li welatekî wek Tirkiye dewlemend, hê jî însan di nava jar û belengaziyê de dijîn û ev şerm û belengazî aîdî rêvebiriyên welat e. Em ê welat ji vê şermê rizgar bikin."

Demirtaş di dawiya axaftina xwe de got: "Ne yê ku li Edirneyê di hicreyê de girtiye, hûn Demirtaş in. Baweriyê bixwe bînin. Xwe bi rûmet bikin. Dengê xwe bidin xwe. Dengek ji HDPê û yek jî ji Demirtaş re. Jibîr nekin dengek gelek tiştan diguherîne. Bi te diguhere birayê min delal. Niha ji bo rojên xweş dema guherînê ye. Heydê em bi hev re bikin û bi hev re qezenç bikin. We hemûyan bi germî û bi hesret silav dikim. Em ê biser kevin û li qadên azad hev bibînin. Bi xatirê we."

 

Bi heman mijarî:

Wezîrê tirk: De karibin bila Demirtaş ji girtîgehê derînin
Demirtaş, bi rêya medyaya civakî dê mitîngê li dar bixe
Şanda AGIT-PAyê li girtîgehê bi Demirtaş re hevdîtinek pêk anî
Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Demirtaş dê li ser medyaya civakî bersiva pirsan bide
HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da
Etîketan:
Namzedê serokomariyê, HDP, Selahattin Demirtaş, Edirne, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de