05:58 21 Hezîran 2018
Heyder Ebadî

Ebadî: Serokwezîrê Tirkiyeyê soza xwe bi cih neanî

© AFP 2018 / ALI AL-SAAD
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe de ragihand ku Enqere soz dabû ku niha avê nebire, lê xuyaye ji bo dengan ava me birî.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro li Bexdayê di axaftina xwe civîna çapemenî de got: "Meseleya avê meseleyeke siyasî ye. Rêvebiriya Enqereyê ji bo dengê cotkarên Bendava Ilısuyê ku li ser Çemê Dicleyê ava dike bistîne berî wextê wê dest bi girtina avê kir."

Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hikûmeta Tirkiyeyê hilbijartinê li dar dixe û ji bo dengên zêde wergire ava Çemê Dicleyê birî. Derbarê vê meseleyê de tu agahiyên min tunene. Serokwezîrê Tirkiyeyê soz dabû ku wê dawiya meha hezîranê dest bi girtina avê bikin. Lê wan serê meha hezîranê av girt."

Ebadî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev kar di dema hikûmeta berî me de hat kirin û di vir peymanên ku Iraq napejirîne hene. Digel vê jî Tirkiye çêkirina bendava Ilisuyê dewam kir. Me ji birayên xwe yên tirk re got îsal pirsgirêka me ya kêmasiya avê heye. Guhdarî nekirin."

Bi heman mijarî:

Ebadî bo Tirkiyê: Destdirêjiya xaka Iraqê nekin
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Iraq, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de