03:17 18 Hezîran 2018
Edalet - Tirkiye

‘Werin, beriya 24ê Pûşberê di ezmûna samîmiyetê re derbas bibin'

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Ertuğrul Ozkok derbarê hin axaftinên ku ji aliyê hin kesayetan ve di televîzyon û medyaya civakî de tên kirin û parvekirin nivîsek nivîsand û got, "Divê hedên xwe zanibin, vê wêrektiyê ji kuderê distînin."

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê ku ji Tirkiyeyê weşanê dike Ertugrul Ozkok, di nivîsa xwe ya îro de bertek nîşanî wan kesan da ku hedên xwe nizanin û derdikevin ekranan gefan li gel dixun. Ozkok wiha got: "Em bûn welatekî çawa… Profesor derdikeve dibêje ‘bi çekên ku me veşartine em ê şer derxin', yê din derdikeve dibêje ‘em ê we bi stûna alê vekin û we di xwûna we de bifetisînin' û ti kes dernakeve dengê xwe dernaxîne. Herî dawî serokê klûba fitbolê derdikeve gefan li siyasetvana jin dixwe û dibêje ez ê te bikim qûrbanî."

Ozkok destnîşan kir ev kes kî ne?, meydanê vala dibinîn û her tiştî bilêv dikin, ez pir meraq dikim gelo vê cesaret û wêrektiyê ji kuderê distînin. Ertuğrul Ozkok Erdogan jî di nav de bangî herkesî kir ku madem em li welêt demokrasiyê dixwazin, edaletê dixwazin va ye li pêş we beriya 24ê Pûşberê testa samîmiyetê heye û werin em ji van kesana re êdî bêjin bes."

Bi heman mijarî:

Ertugrul Ozkok jî pêşniyara aştiya Tirkiye û YPGê kir
Ozkok:'Ji dewleta kurdan a serbixwe re amade bin'
Etîketan:
demokrasî, hed, edalet, Ertugrul Ozkok, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de