09:47 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş, bi rêya medyaya civakî dê mitîngê li dar bixe

© AFP 2018 / OZAN KÖSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku di Gitîgeha Edirneyê de ji dîroka 4ê Mijdara 2016an de girtiye, li ser medyaya civakî dê mitîngê li dar bixe û ji bo deng xwestinê wê bangî hilbijêran bike.

Li gor agahiyên ku ji HDPê hatine stendin namzede serokomariyê Selahattin Demirtaş, ku ji 4ê Mijdara 2016an û vir de di Girtîgeha Edirne ya Tîpa Fyê de girtiye, bi rêya medyaya civakî dê mitîngekê li dar bixe. Mitînga Demirtaş ji ser hesabê fermî yê HDPê Facebook, Twitter û Youtubeyê saet di 11.00an de dê zindî bê weşandin.

Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitterê mitîng piştrast kir.

Demirtaş: "Ji herkesi re rojbaş. Ez bawerim cara ewil namzedekî serokomariyê ji girtîgehê dê axaftina mitîngê bike. Îro saet di 11.00an de li ser hesabên medyaya civakî yên HDPê ez ê bangî we bikim. Bixatirê we…"

Bi heman mijarî:

Wezîrê tirk: De karibin bila Demirtaş ji girtîgehê derînin
Demirtaş ji bo Erdogan: Gaziyê prompterê
Demirtaş: AKP partiyeke faşîst û nijadperestê tirk e
Şanda AGIT-PAyê li girtîgehê bi Demirtaş re hevdîtinek pêk anî
Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Demirtaş dê li ser medyaya civakî bersiva pirsan bide
Etîketan:
hilbijartin, dengdêr, hilbijêr, mitîng, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de