01:20 18 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Wezîrê tirk: De karibin bila Demirtaş ji girtîgehê derînin

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di axaftina xwe de ragihand ku de karibin bila Selahattin Demirtaş ji girtîgehê derînin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu di axaftina xwe de got: "Hilibijartina 24ê Hezîranê deriyekî nû li me vedike. Îradeya gel dê veke. Ji bo 24ê Hezîranê hem piştgirî û hem jî xebateke baş dixwazin. Êdî em wan rojên zahmet ku naxwazin bibîr bînin li pey xwe bihêlin."

Suleyman Soylu di berdewamiya axaftina xwe de got: "CHP ji serbestberdana Selahattin Demirtaş bigre hetanî êrişî paşayê me, fermandarê Efrînê jî dike. Ji bo ku leşker û leşker û polîs bi pêşengiya fermandar kete Efrînê dixwazin heyfê jê hilînin. Hûn dibînin ji bo Selahattin Dmeirtaş ji girtîgehê berdin bê çawa hemû hatin cem hev. De karibin bila ji girtîgehê derînin."

Bi heman mijarî:

Demirtaş ji bo Erdogan: Gaziyê prompterê
Demirtaş: AKP partiyeke faşîst û nijadperestê tirk e
Şanda AGIT-PAyê li girtîgehê bi Demirtaş re hevdîtinek pêk anî
Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Raportora Tirkiyeyê: Divê Demirtaş were berdan
HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da
Etîketan:
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê, Suleyman Soylu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de