22:22 18 Hezîran 2018
Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) a Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu

Kiliçdaroglu rexne li Erdogan girt û cihê çareserkirina pirsa kurd nîşan da

© Foto : CHP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) a Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu di bernameyeke televizyonê de li ser pirsa rojnamevanan li ser çareserkirina pirsa kurd û wergirtina dengên kurdan daxuyanî dan.

Kiliçdaroglu li ser pirsa ‘Gelo dê namzedê wan ê serokomariyê Muharrem Înce dengên kurdan bikare bistîne?' got, "Dê Muharrem beg dengên kurdan bistîne. Lewra ew hemû hemwelatiyan hembêz dike."

'BI RASTÎ JÎ DIVÊ PIRSA KURD BÊ ÇARESERKIRIN'

Serokê CHPê derbar çareserkirina pirsa kurd de jî hikûmeta AK Partiyê rexne kir û wiha axivî: "Bi rastî jî divê pirsa kurd were çareserkirin û yên çareseriyê cîbicî bikin jî siyasî ne. Çareserî ne bi çekan divê bi parlamentoyê be. Min dema serdana Erdogan jê re jî got ku cihê çareseriyê parlamento ye. Min pêşniyaza avakirina komisyonekê kiribû. Min diyar kiribû ku maxutabiyeta re PKKê re şaş e."

'FATOREYA RÛNIŞTINA BI PKKÊ RE HEMWELATIYAN DA'

Kiliçdarogdu herwiha got, "Helbet dê têkoşîna bi PKKê re were kirin. Rûniştina ser masê bi rêxistina terorê re şaşîtiya herî mezin bû. Fatoreya vê şaşiyê ji hemwelatiyan re hat derxistin."

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Ger Ewropa dixwaze pêla penaberan rawestîne, bila alîkariya xelkê Sûriyeyê bike
YNKê bersiva Çavuşoglu ya tohmeta PKKê da: Em di rêya Mam Celal de ne
Yekem serokwezîrê xwedênenas ku bi încîlê sond nexwar ket dîrokê
Sûriyê bang li NYyê kir: Koalîsyon welatiyên Dêrazor, Reqa û Hesekê bombe dike
Amerîka: Ger Tirkiye ji Rûsyayê çekan bikire, dibe ku ji bernameya F-35an bê derxistin
Dadgehê li ‘akademisyena aştîxwaz' Ersanliyê salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî
Etîketan:
Kemal Kiliçdaroglu, CHP, PKK, Hilbijartin, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de