22:48 21 Hezîran 2018
Darizandin, dadgeh, girtin

Dadgehê li ‘akademisyena aştîxwaz' Ersanliyê salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî

© Fotolia / Andrey Burmakin
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgeha Cizayên Giran a Stenbolê bi hinceta "propagandaya rêxistinê" salek û 3 meh cezayê girtinê da yek ji ‘akademîsyenên aştîxwaz' Buşra Ersanliyê.

Hat ragihandin ku Dadgeha Stenbolê ya Cizayên Giran bi hinceta "propagandaya rêxistinê" salek û 3 meh cezayê girtinê da yek ‘akademîsyenên aştîxwaz' Buşra Ersanliyê.

Prof Dr. Buşra Ersanli daxuyaniya bi navê "em ê nebin şirîkên vî sûcî" hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.Dozgriyê bi sûcê "propagandaya rêxistinê" doz li akademîsyenan vekir. Dadgehê ji bo akademîsyena aştîxwaz Ersamnliyê salek û sê meh cezayê girtîgehê da.

‘EZ BERAETA XWE DIXWAZIM'

Ersanli di parastina xwe de tawanbariyên li dijî wê red kirin û beraeta xwe xwest.

Parêzerê Ersanli di parêznameya xwe de got "Danezan aştîxwaziyê di çarçoveya mafê aştixwaziyê de hatiye kirin û lewma pêwist e di vê çarçoveyê de were nirxandin. Ew tawanbariyên sûc ên ku têne amajekirin pêk nehatine" û beraaeta muwekîla xwe xwest.

Bi heman mijarî:

Di doza ‘Akademisyenên Aştîxwaz' de biryarek din hat dayîn: Salek û 3 meh cezeyê girtîgehê
Di doza ‘Akademisyenên Aştîxwaz’ de biryara ewil: Salek û 3 meh cezeyê girtîgehê
Maduro: Pûtîn li dinyayê serokê herî polpuler û kesekî aştîxwaz e
Gelek ‘akademisyenên aştîxwaz' jî di nav de bi hezaran karmend ji kar hatin dûrxistin
10 ‘Akademîsyenên Aştîxwaz' ji kar hatin dûrxistin
Etîketan:
Daraz, Doz, sizadan, akademisyen, buşra ersanli, tirkiye, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de