09:59 19 Hezîran 2018
Salvegera teqîna 5ê Hezîrana 2015an a Amedê

Teqîna Amedê: 3 sal derbas bûn, lê êşa wê nû ye

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Kesên di teqîna Amedê ya 5ê Hezîrana 2015an de ku di xwepêşandana HDPê ya li Qada Îstasyona Amedê rû dabû de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn.

Di 5ê Hezîrana 2015an de HDPê beriya hilbijartina 7ê Hezîranê li Amedê Qada
îstasyonê xwepêşandanek li dar xistibû. Di xwepêşandanê de bombe teqiyabû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, nêzîkî 400 kes jî birîndar bûn.

Salvegera teqîna 5ê Hezîrana 2015an a Amedê ya li xwepêşandana HDPê
© Sputnik / Sertaç Kayar
Salvegera teqîna 5ê Hezîrana 2015an a Amedê ya li xwepêşandana HDPê

Bi minasebeta salvegera vê bûyerê li heman deverê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Ligel Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan, parlamanter û namzedên parlamenteriyê yên HDPê malbat û hevalên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn beşdarî bernameyê bûn. Welatiyê ku di teqinê de lingê wî jêbûbû jî beşdarî biranînê bu.

Salvegera teqîna 5ê Hezîrana 2015an a Amedê ya li xwepêşandana HDPê
© Sputnik / Sertaç Kayar
Salvegera teqîna 5ê Hezîrana 2015an a Amedê ya li xwepêşandana HDPê

‘AKP, HESABÊ SÛCÊN KU BI HÊZÊN TARÎ RE KIRIYE DÊ DI 24Ê HEZİRANÊ DE BIDE'

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan di merasîma cihê bûyerê de wiha axivî: "Dîroka Amedê bi êş, kuştinên kujerên wan nediyar û kuştinên bê daraz dagirtiye. Bûye şahidê komkujiyên hêzên tarî. Berîya niha bi 3 salan 5 hevalên me li vir jiyana xwe ji dest dan û nêzî 400 hevalên me jî birîndar bûn. Mirovên ku xwestin biçin nexweşxaneyê rastî êrîşa hêzên ewlehîyê hatin. Ev êrîş weke deqeke reş di dîrokê de cihê xwe girt. Ji ber ku kiryar nedîtin komkujiyên Pirsûs û Enqerê çêbûn. AKP, hesabê sûcên ku bi hêzên tarî re kiriye dê di 24ê Hezîranê de bide."

Piştî axaftinan hevserok û parlamanterên HDPê qernefîl danîn cihê bûyerê.

Bi heman mijarî:

Polîsan mudaxaleyî çalakîya HDPê ya hilbijartinê kir: 2 kes hatin desteserkirin
Barzanî: Bizaveke cidî heye ku çareya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ye
‘Amerîka ji bo ku xwe li ber Rûsyayê bigire çekên nû yên nukleer bi pêş dixe'
Demirtaş ji bo Erdogan: Gaziyê prompterê
Pompeo: Kurd di nav de hemû gelên bakurê rojhilatê Sûriyeyê dê siberoja welatî diyar bikin
Milîtanên DAIŞê riya Dêra Zor û Bûkmalê kontrol kirin
Nîqaşa ‘promterê’ yê Erdogan didome
Etîketan:
Teqîn, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de