10:00 19 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: AKP partiyeke faşîst û nijadperestê tirk e

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 30

Rojnameya almanî Der Spiegel ji Selehettin Demirtaş di derbarê şert û mercên ku di girtîgehê de tê de ye û çend mijarên siyasî de pirsan kirin. Herwiha di derbarê Efrînê de jî ji Demirtaş pirs hatin kirin.

Namzetê serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş di girtîgehê de pirsên rojnameya almanî Der Spiegelê bersivandin. Demirtaş di derbarê şert û mercên ku tê de ye û xebatên xwe yên ku ji bo hilbijartinê de dike agahiyan da.

‘ROJEKÊ WE YA DI GIRTÎGEHÊ DE ÇAWA DIBORE?'

Demirtaş pirsa di derbarê tevgerên rojane de wiha bersivand "ez temamiya rojê di hucreya xwe de derbas dikim, em rojê du caran xwarin dixwin taştê û varê. Em naxwazin xwarina nîvro bixwin. Ji bil3e van dema min bi temamî bi xwendin û nivîsînê diçe."

‘HUCREYA WE DIŞIBE ÇI?'

Hucreya min dişibe ucubeyekê. Du kat e, qata jor ji bo razanê ye ya jêr jî cihê destmêj û şuştinê ye. li gel vê baxçeyekê heye ku bi temamî ji betonê û têlên bi stirî pêk tê.

‘HÛN DI NAVA ROJÊ DE ÇEND CARAN DERTÊN DERVE?'

"Ji bo axaftina bi malbatê re û bi parêzer re ji hucreyê dertêm, ji bolê wê hinek jî ji bo sporê dertim derve. Bi tevahî 1 an jî 2 saet. Di mehê de carek jî hevdîtina min bi malbata min re bi awayê vekirî heye. Demirtaş di derbarê pirtûkên ku dixwîne de jî got ku " ez bi piranî helbest, roman, felsefe pirtûkên siyasetê dixwînim." Herwiha demirtaş destnîşan kir ku nûçeyan jî bi rêya rojname û televîziyonê dişopîne.

‘DI GIRTÎGEHÊ DE KES LI GEL WE HEYE?'

Demirtaş: Di girtîgehê de ez bi tenê me gelek girtiyên siyasî û sûcên din hene lê nahêlin çavê min tu kesî bikeve, hingî ez hatime vir min tu mehkûmê nedîtiye. Demirtaş da zanîn ku gardiyan li hember wî bi hurmet tevdigerin.

‘WE HEVSEROKATIYA PARTIYÊ BERDA LÊ HÛN BÛN NAMZETÊ SEROKKOMARIYÊ, ÇIMA GELO?'

Selahattin Demirtaş, "min vê têkoşînê tu caran bernedaye. Min gotibû ku ‘li kuderê ihtiyacî bi min hebe ez di xizmeta partiya xwe û gelê xwe de me' vê gav ev xizmet ji min hat xwestin û min jî qebûl kir."

‘BUYERA EFRÎNÊ MESAFEYÊ XIST NAVBERA TIRK Û KURDAN HÛN DI DERBARÊ VÊ DE ÇI DIFIKIRIN?'

"Di siyaseta demokratîk de divê tu car bêhêvitî nebe. Her çendî ku şert û merc dijwar bin jî divê em di metodên demokratîk de israrê bikim. Ev ji bo me tevgereke ferz e."

‘HETA KU ERDOGAN LI IQTIDARÊ BE HÛN BAWER DIKIN KU JI GIRTÎGEHÊ DERÊN?'

"Azadbûna gel ji azadbûna min girîngtir e. Ger gel azadiua xwe bi dest bixe wê esareta min jî biqede. Mesele ji bo me ne meseleyeke şexsî ye, meseleyeke civakî ye. Ez bizanibim ku heta dawiya emrê xwe jî di girtîgehê de bimîmin ez dîsa jî dev ji doza xwe ya dempokrasî, azadî û aşitiyê bernadim."

‘DEMEKÎ KURD Û AKP BI HEVRE LÊ DIXEBITÎN KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN, LI GORÎ EV CARDIN MUMKUN E?'

Selahattin Demirtaş destnîşan kir ku "em bixwe em ê werin iqtidarê û pirsgirêka kurd jî di nav de hemû pirsgirêkan bi rêya demokrasiyê çareser bikin. Tu hêviyeke me ji AKPê tune ye, Partiya AKPê idî partiyeke faşît û nijadperestê tirk e."

 

Bi heman mijarî:

Şanda AGIT-PAyê li girtîgehê bi Demirtaş re hevdîtinek pêk anî
Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Demirtaş dê li ser medyaya civakî bersiva pirsan bide
Raportora Tirkiyeyê: Divê Demirtaş were berdan
Etîketan:
Hilbijartin, erdogan, Doza Demirtaşî, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de