03:14 18 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Ciwanên ku li dîwaran ‘ketil' nîgar kirin û ‘hêvî' û ‘HDP' nivîsandin, hatin girtin

© Foto : Navenda Giştî ya HDPê
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)
0 0 0

Du ciwanên ku li Stenbolê li ser dîwaran ‘ketil'a Namzedê HDPê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş nîgar kirin û ‘hêvî' û ‘HDPe nivîsîn, ji aliyê dozgeriyê ve hatin girtin.

Li taxa Gaziyê ya Stenbolê du ciwanên bi navê Sadettin Kose û Birol Tutuş ê ku li ser dîwaran ketil nîgar kirin li dozgeriyê bi hinceta ‘propogandaya rêxistinê' bo 3yemîn Dozgeriya Sulh Cezayê ya Stenbolê hatin sewqkirin. Tutuş û Kose ji aliyê Dozgeriya Sulh Cezayê hatin girtin.

Dozgeriyê nivîsandinên weke ‘YPG', ‘HPG' û YDG-H' ku tê gotin ku beriya nîgarên ‘ketilê' li ser dîwêr hatibûne nivîsandin jî xiste stûyê ciwanan.

Hêjayî gotinê ye ku namzedê HDPê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş di şandeyeke xwe ya li ser medyaya civakî de gotibû "Hûn dizanin li girtîgehê bi rêya ketilê tweetan dinivîsim lê li ketilê WhatsApp naxebite. Ji ber vê yekê ez peyama xwe bi destxeta xwe dişînim" ‘Ketil' a Demirtaş li gelek dîwarên Stenbolê hatibû nîgarkirin û bûbû weke ‘semboleke' siyasî.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (160)

Bi heman mijarî:

Şanda AGIT-PAyê li girtîgehê bi Demirtaş re hevdîtinek pêk anî
Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Demirtaş dê li ser medyaya civakî bersiva pirsan bide
Raportora Tirkiyeyê: Divê Demirtaş were berdan
Demirtaş: Dadgerên ku li dosyayên min dinerin hatine asta întîxarê
Kîjan bajar herî zêde li ser Googlê li navê Selahattin Demirtaş geriyaye?
Etîketan:
Girtin, Daraz, Doz, Hilbijartin, HDP, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de