22:27 18 Hezîran 2018
Baroyên Amedê

Rapora Şemzînanê: Leşker bi nîyeta kuştinê tevgeriyane

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Baroyên Amed, Wan û Colemêrgê di derbarê şivanên li Şemzînanê rastî îşkenceyê hatin de raporek amade kirin û îşkence piştrast kirin. Baroyan got, "Leşker bi nîyeta kuştinê tevgeriyane. Leşkeran ji xizmên Taş re, ‘Me terorîstek kuşt, biçin wî bînin.' gotine."

Baroyên Amed, Wan û Colemêrgê di derbarê şivanên li Şemzînanê rastî îşkenceyê hatin de raporek amade kirin. Şendeya ku ji aliyê baroyan ve hat avakirin çû gundê Korganê û bûyer ji nêz ve şopandin. Baroyan rapora ku amade kirin li Amedê eşkere kirin. Di rapora ku hat amade kirin de, îşkence hat piştrastkirin û gotin, 'leşker bi nîyeta kuştinê tevgeriyane' û bang li TBMMyê kirin ku erka xwe bi cih bîne. Şandeyê bi 4 şivanên mexdûrên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin pêk anîn û bûyer ji devên wan guhdar kirin. Şandeyê piştre xwest bi Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê re jî hevdîtinekê bike, lê ev daxwaza şandeyê hat redkirin.

‘ME TERORÎSTEK KUŞT, BIÇIN WÎ BÎNIN'

Tespîtên di rapora heyetê de cih girtin wiha ne:

  • Îşkence li bejahiya gundê Korganê hat kirin û ev der ne ‘herêmeke qedexe' ye.
  • 5 kesên ku îşkence kirine yek jê rayedar e û ji baregeha leşkerî ya herêmê hatine.
  • Îşkence ne li 2 kesan, li 4 kesan hatine kirin
  • Nasir Taş, Ramazan Aktaş, Îsmaîl Erebî û Mûhsîn Çavşî, bi dar û qûndaxên tivingan hatin derpkirin. Leşkeran gelek caran serê Nasir Taş xistine avê û derxistine
  • Nasir Taş bi giranî birîndar bûye û bi derfetên xizmên birîndar ew rakirine nexweşxaneyê. Leşkeran ji xizmên Taş re gotine ku ‘Me terorîstek kuşt, biçin wî bînin.'
  • Bêrîvanên gund û xizmên birîndaran dema ku xwestine biçin cihê bûyerê, heqaret li wan hatiye kirin û gef li wan hatiye xwarin.
  • Leşkerên şkencekar ligel ku hatine teşxîskirin jî hêj nehatine desteserkirin û li ser karê xwe ne.

'MEXDURÊN KU BI TIRKÎ NIZANIN, BÊYÎ WERGER Û PARÊZER BEYANA WAN HAT GIRTIN'

Di beşa encam û pêşniyaza raporê de hat diyarkirin ku îfadeya şahidên bûyerê nehatine girtin, mînaka dosyeya lêpirsînê pêşkêşî parêzerên mexdûran nehatiye kirin, mexdûrên ku bi tirkî nizanin jî bêyî wergêr û parêzer beyana wan hatin stendin. Heyetê xwest ku têkildarî kiryaran divê biryara girtinê were dayîn, lêpirsîneke îdarî were vekirin û heta ku ev lêpirsîn bi encam bibe divê kesên îşkencekar peywira wan were sekinandin, ji bo kesên mexdûr divê şertên tedawiya fizîkî û psîkolojîk were avakirin. Heyetê bang li hikumetê kir ku ji bo bûyerên bi vî rengî çênebin, bila îradeyeke xurt derxe holê.

Bi heman mijarî:

Bo îfadeya 'Kurdistan' 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn
KENY îro bi rojeva Kurdistan û Iraqê dicive
Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
Etîketan:
îşkence, şivan, rapor, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de