09:43 19 Hezîran 2018
Dadgeh

Bo îfadeya 'Kurdistan' 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

© Sputnik / Maksim Bogodvid
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Doza ku li Dadgeha Cezaya Giran a 2em a Erzincanê hat dîtin de gûmanbar S.B berdana xwe ji dadwer xwest. Herwiha dadgehê di danîşîna meha gulanê de bi hinceta ku propagandaya rêxistinê kiriye salek û 3 meh ceza li S.B birî bû.

Dadgehê, parvekirina dîtbariya nivîskî ya 'Kurdistan' a S.B a li ser medyaya civakî, wek insûra sûc nirxand û got: "Gûmanbar parçeyekî welêt wek Kurdistan binavkiriye ku cudaxwaziya welêt kiriye. Yek ji aramancek PKKê ye ku nîvê Tirkiyeyê wek 'Kurdistan' bi nav dike û tê dîtin ku ji aliyê S.B ve ev armanc hatiye pejirandin."

Parêzerê S.B Mehdi Ozdemir biryara dadgehê nirxand û got îfadeya 'Kurdistan' di pêvajoya dîrokê de di destûra bingehîn a 1921an a Tirkiyeyê de jî derbas dibe û di dewleta Osmanî de jî wek terîmek erdnîgariye.

​Ozdemir bibîr xist, di biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de jî, gelek dozên bi sedema 'Kurdistan' hatine vekirin di çarçoveya îfadeyên azadî de hatine nirxandin. Di hinceta biryarê de jî hat gotin ku di parvekirina S.B a ser medyaya civakî, "Kurdîno bibin yek; eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek" di çarçoveya îfadeya azadî dejî nirxand. Parêzerê S.B ji bo îtîraza dijî cezaya dadgeha herêmî, serî li Dadgeha Cezaya Giran a 3em a Erzincanê da.

Etîketan:
kurdistan, doz, Merhdi Ozdemir, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de