13:32 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

Şanda AGIT-PAyê li girtîgehê bi Demirtaş re hevdîtinek pêk anî

© Foto : HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)
0 0 0

Şanda Raçavkirina Hilbijartinan AGIT-PA li Girtîgeha Edîrneyê serdana namzedê Serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş kir. Şanda AGIT-PAyê bû yekem şanda biyanî ku li girtîgehê bi Demirtaş re hevdîtinek pêk aniye.

Li gorî zanyariyên ku ji HDPê hatin bidestxistin; Şanda Raçavkirinê ya Hilbijartinan AGIT-PAyê dê bi namzedên Serokomariyê re hevdîtinekê pêk bîne. Di vê çarçoveyê de îro AGIT-PAyê yekem serdana xwe bo Selahattin Demirtaş ê li Girtîgeh Edîrneyê kir.

Bi vê yekê re şanda AGIT-PAyê ku bi destûra Wezareta Dadwerî û Navxweyî bû yekem şanda biyanî ku li girtîgehê bi Demirtaş re hevdîtin pêk aniye.

HDPê da xuyakirin ku Selahattin Demirtaş di hevdîtina xwe ya bi şanda AGIT-PAyê re bal kişandiye ser girtina xwe û binpêkirina mafan a di pêvajoya hilbijartinan û di vî warî de fikr û ramanên xwe ji şandê re vegotine.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (186)

Bi heman mijarî:

Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Demirtaş dê li ser medyaya civakî bersiva pirsan bide
Raportora Tirkiyeyê: Divê Demirtaş were berdan
HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da
Demirtaş: Dadgerên ku li dosyayên min dinerin hatine asta întîxarê
Kîjan bajar herî zêde li ser Googlê li navê Selahattin Demirtaş geriyaye?
Etîketan:
Namzedê Serokomariyê, Serdan, Agit-Pa, Hilbijartin, HDP, Selahattin demirtaş, edîrne, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de