19:13 23 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

‘Dinya hewldanên Erdogan wek dijmintiya kurdan fêhm dike'

© REUTERS / Ed Jones
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 10

Wek tê îdîakirin raste ku di hilbijartina 24ê Hezîranê de pirsgirêk HDPê ya bend derbaskirinê heye? Çima AKPê rêjeya dengên xwe yên li bajarê kurdan kêm kir? Serokê şirketa anketor Hakan Bayrakçi bersiva pirsên Spûtnîkê dan.

Serokê şirketa lekolîner a Sonarê Hakan Bayrakçi problema bendê ya HDPê, kêmbûna dengên AKPê li bajarên kurdan û suprîza dengdana hilbijartina 24ê Hezîranê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

‘DENGDÊRÊN CHP, SAADET Û IYI PARTIYÊ NAHÊLIN HDP DI BINÊ BENDAVÊ DE BIMÎNE'

Serokê şirketa anketor a Sonarê Hakan Bayrakçi ji bo problema HDPê ya bend derbaskirinê got: "Di rastiyê problemeke HDPê ya bend derbasnekirinê heye, lê wê derbas bike. Dengdêrên muxalif jî ji bo HDP bende derbas bike wê dengê xwe bidinê. Wek hilbijartina 2015an wê piştgiriyeke ekstra bide. Çawa wê derbas bike? Dengdêrên partiyên muxalifan ên wek IYI Parti, Partiya Saadet û CHPê ji bo HDP bendê derbas bike wê dengan bidin."

SONAR: DINYA HEWLDANÊN ERDOGAN WEK DIJMINTIYA KURDAN FÊHM DIKE

Anketor Hakan Bayrakçi di berdewamiya axaftina xwe de ji bo kêmbûna dengên AKPê yên li bajarên kurdan got: "Serokomar Recep Tayip Erdogan kiryarên xwe yên du salên dawî wek pirsgirêka mayînde (beka) binav kir, lê hemû dinyayê tiştekî din fêhm kir. Dinyayê ev hewldana Erdogan wek dijmintiya kurdan fêhm kir. Tabî dema nêrîna dinyayê li Erdogan wiha be, ev nêrîn li bajarên kurdan bandorê li dengdêrên kurd jî dike. Tabî HDP ji bo vê pêlê bişkîne û bi însanên herêmê bide zanîn, li gor derfetên xwe li seranserê welat polîtîkayên şaş ên AKPê vedibêje. HDP propagandeyeke dijber dike û ev jî dibe sedema şikestina AKPê. AKPê li herêma kurdan dengê xwe kêm kirine, heta niha ji sedî 33yê kurdan deng didan, lê li gor lekolînan ev rêje dadikeve derdora ji sedî 20-25an."

LI GOR SONARÊ SUPRIZA VÊ HILBIJARTINÊ ÇI YE?

Hakan Bayrakçi di dirêjiya axaftina xwe behsa suprîza hilbijartinê kir û got: "Belê di vê hilbijartinê de li benda suprîzekê me ku pêk were. Di tura duyemîn a serokomariyê de li gor şertên normal divê Erdogan ji sedî 53-54an were hilbijartin. Suprîz hilbijartina reqîbê hemberê wî ye û îhtîmaleke wiha jî heye. Her çi qas îhtîmaleke biçûk be jî şensekî Muharrem Ince heye ku li hemberî Erdogan qezenç bike."

Li gor texmînên serokê şirketa anketor Hakan Bayrakçi bandora neyînî ya ‘Tifaq Komarî' ya AKP û MHPê gelekî hindik li dengdêrên kurd kiriye. Dengdêrên kurd zêdetir ji ber polîtîkayên tund dev ji AKPê berdane.

Bi heman mijarî:

Serokê Şirketa Lêkolîner a SONARê hat binçavkirin
Serokê Sonarê Bayrakçı: Erdogan di hilbijartinên Serokomariyê de 51%î deng nastîne
SONARê encamên anketa referandumê eşkere kirin: Dengê ‘na' li pêş e
Encamên ankêta SONARê hatin parvekirin û AKP kete şokê
Etîketan:
AKP, HDP, hilbijartina 24ê Hezîranê, Hakan Bayrakçi, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de