00:35 18 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan-Serokomarê Tirkiyeyê

‘FETO, diplomaya orjînal a Erdogan bidest xist û tune kir'

© Sputnik / Francois Lenoir
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Li Tirkiyeyê çend roj ji hilbijartinê re maye û dî vê hilbijartinê de jî diplomaya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan mijara herî sereke ya nîqaşan e. Derbarê mijarê de îdiaya dawî ji rojnamevan Cemil Barlas hat: "FETO dîplomaya orjînal a Erdogan bidest xist û tune kir."

Tirkiye di 24ê Pûşberê de diçe ser sindoqan, lê nîqaşa diplomaya serokomar Recep Tayyip Erdogan cardin di rojeva siyaseta Tirkiyeyê de ye. Mijar di televizyona ku nêzî hikumetê ye A Haberê de jî hat rojevê.

Rojnamevan Cemil Barlas di bernameyê de anî ziman û got: "Diyar e FETO diplomaya orjînal a Tayyip Erdogan bidest xist û tune kiriye."

Bi heman mijarî:

Demirtaş mal û milkên xwe eşkere kir: Dîploma û bi sedan pirtûkên min hene
Etîketan:
destûryar, erdogan, dîploma, feto, Cemil Barlas, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de