23:04 21 Hezîran 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Kiliçdaroglu: Telefonên me têne guhdarkirin

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de ragihand ku ji roja ku bûme serokê partiyê telefona min û hevalên rêvebir tê guhdarkirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de îfadeyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku gotibû ‘Ey Kiliçdaroglu em bêhndayîna te jî dişopînin' bibîranî û got: "Ji roja ku bûme serokê partiyê telefoba min û hevalên rêvebir tê guhdarkirin. Ma em dijmin in tu li me gundar dikî. Di rastiyê de ev nexweşiyeke taybet e."

Li gor nûçeya Rifat Başaranê rojnameya Hurriyetê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de got: "Em dizanin telefonên me tê guhdarkirin û van agahiyan didin kesekî. Tirkiye bûye dewleteke îstîxbarat, bûye dewleteke îstîxbaratê ku ji Erdogan re dixebitin. Ma em dijmin in tu li me guhdar dikî. Li telefona Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamolaoglu jî guhdar dikin. Ev nexweşiyeke taybet e. Ev nexweşiyeke taybet a ji gumanbûna pêşerojê ye."

Bi heman mijarî:

CHP: Tekane daxwaza me dabînkirina ewlehiya hilbijartinê ye, ne paşxistina hilbijartinê
CHP: Di tûra duyem a hilbijartinan de li hemberî Erdogan kî hebe em dê piştgiriya wî bikin
Lîsteya CHP ya namzetên parlementeriyê diyar bû
CHP ji sê milan dadikeve sehayê
CHP roja înê namzedê xwe diyar dike
Gul: CHP û Partiya Saadetê bêyî IYI Partiyê namzediyê diaxivin
Etîketan:
CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de