09:10 18 Hezîran 2018
ALA HDPÊ-hdp

Li Boluyê navenda HDPê hat dorpêçkirin: 20 kes asê man

© Sputnik / HDP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li ser hesabên medya civakî yên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat belavkirin ku komeke êrîşkar avahiya navenda HDPê ya bajarê Boluyê dorpêç kiriye û hewla êrîşê li ser wan dikin.

Li gor zanyariyan, 20 kes di hundirê avahiyê de hatine dorpêçkirin û koma êrîşkar ya li gor daxuyaniyên HDPê ji alîgirên AKP û MHPê pêk tê bi sloganan li ber deriyê avahiyê diqêrin.

​Rêxistina HDPê ya bajarê Boluyê li ser twitterê agahiyên derbarê êrîşê de belav kirin û diyar kir ku êrîş bi diruşmên dijî partiya wan berdewam dike, alên HDPê tên şewitandin û êrîşkar hewla ketina hundir dikin.

​Hat diyarkirin digel ku flamayên HDPê hatine şewitandin û diruşmên xwe berdewan dikin jî heta van kêliyan jî polîsan rêgirî li wan kesên dora avahiya wan girtine nekiriye û hewla êrîşa ser 20 kesên di hundir de asê mane berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye ji destpêka bangaşeyên hilbijartinên 24ê Hezîranê ve, heta niha 22 êrîşên ser navend û buroyên hilbijartinê yên HDPê hatine tomarkirin.

Bi heman mijarî:

Li ser aqubeta dîplomeya Erdogan îdiayeke nû: FETOciyan diziye û tune kirine!
Ji Xamaney bersiva Trump: Hilberîna atomî 190 hezar santrîfujan zêde bikin
Li Siûdî 24ê Hezîranê jin derdikevin trafîkê: Yekem bawername hatin dayîn
Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Partiya Ozal di hilbijartinan de aliyê xwe eşkere kir
Erdhejzadeyekî 70 salî yê Kirmanşanê xwe kuşt
Pisporê Şerqîyetê: Bêsiûdiya kurdan nebûna yekîtiya wan e
Etîketan:
êrîş, Bolu, HDP, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de