22:27 18 Hezîran 2018
Cumhurbaşkanı Recep Tayyip Erdogan

Li ser aqubeta dîplomeya Erdogan îdiayeke nû: FETOciyan diziye û tune kirine!

© AFP 2018 / ANDREJ ISAKOVIC
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)
0 0 0

Mijara hebûn yan jî nebûna dîplomeya zanîngeha 4 salan (bawername) a Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku ji aliyê hevrîkê wî yê hilbijartina serokomariyê Muharrem Înce ve ji nû ve hatibû rojevê, di raya giştî ya Tirkiyeyê de tê nîqaşkirin.

Herî dawî nivîskarekî tirk îşev di bernameyeke televizyonê de îdiayek avêt holê ku li ser medya civakî bû mijara pêkenînê û gelek parvekirin li ser hatin kirin.

​Nivîskar Cemîl Barlas di bernameya televizyona Ahaberê de got, "Diyar e ku FETOciyan orijînala dîplomeya Erdogan bi awayekî bi dest xistine û tune kirine."

Li Tirkiyeyê ji bo kesek bibe namzedê serokomariyê pêwîst e xwedî bawernameya zanîgeheke 4 salan perwerdehiyê dide be.

​Hinek bikarhênerên twitterê li ser wê îdiaya diziya dîplomeyê gotin ku heger dîplome bişewite û tine jî bibe, her kes dikare here zanîngeha ku jê destûryarî wergirtiye û dîplomeya xwe ji nû ve bistîne.

Namzedê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê Muharrem Înce ev demeke di bangeşeyên xwe yên meydanan de, bang li Erdogan dike ku dîplomeya xwe nîşan bide.

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (165)

Bi heman mijarî:

Ji Xamaney bersiva Trump: Hilberîna atomî 190 hezar santrîfujan zêde bikin
Li Siûdî 24ê Hezîranê jin derdikevin trafîkê: Yekem bawername hatin dayîn
Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’
Partiya Ozal di hilbijartinan de aliyê xwe eşkere kir
Beştaş ji doza ku dihat darizandin beraet kir
Etîketan:
Bawername, Dîplome, Zanîngeh, Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de