13:31 23 Hezîran 2018
Muharrem İnce

Înce bersiv da pirsa ‘piştgiriya bo HDPê û serdana Demirtaş’

© REUTERS / Huseyin Aldemir
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Namzedê serokomariya Tirkiyeyê yê CHPê Muharrem Înce di bernameya televizyonê ya Star TVyê de li ser pirsa ‘Serdana girtîgehê ya Selahattîn Demirtaş û piştgiriya bo HDPê’ axivî.

Înce da zanîn ku wî bi serdana Demirtaş tiştekî rast kiriye her wekî serdana namzedên din ên serokomariyê û got, "Ez ji rastiya karê ku min kiriye piştrast im. Min serdana her kesî kir."

'JI BO HDP BENDÊ DERBAS BIKE, PIŞTGIRIYÊ BIDIN TIŞTEKÎ DIN E'

Muharrem Înce derbarê pirsa piştgiriya HDPê ji bo derbaskirina benda 10%ê dengan a hilbijartinê jî wiha axivî:

"Qey em dezgeha xêrxwazî ne. Ma em Kizilay (Heyva Sor) in? Em partiyeke siyasî ne. Ti partiyek tiştekî wiha nake, neku CHP tenê. Yên ku van gotinan dikin nizanin siyaset çi ye. Gotina, divê bendê derbas bike, tiştekî din e. Ji bo bendê derbas bike, piştgiriya wê bikin, tiştekî din e. HDP bendê derbas bike, dê ev ji bo demokrasiyê baş be. Wê hejmara parlamentarên AKPê kêm bibin. Bi vê hizrê bibêjin, ‘bila HDP bendê derbas bike, deng bidin' tiştekî din e. Lê rêveberê vê partiyê nikare vê bibêje, ez nikarim bibêjim. Birêz Kiliçdaroglu jî be nikare bibêje."

‘EM Ê PIRSA KURD BI 3B ÇARESER BIKIN'

Înce li ser çareserkirina pirsa kurd jî dubare got, "Em dê van kêşeyan çawa çareser bikin? 3B ya Bursayê, bi sê Byan çareser bikin. (3B — barış, büyüme, bölüşme) Em ê lihev werin, mezin bibin û bi hev re parve bikin. Em dê di dilan de aştiyê bikin, li kuçeyan, li meydanan aştiyê bikin. Em ê mezin bibin, wê aboriya me mezin bibe."

Bi heman mijarî:

Partiya Ozal di hilbijartinan de aliyê xwe eşkere kir
Erdhejzadeyekî 70 salî yê Kirmanşanê xwe kuşt
Mourinho di klîpa danasînê ya Kûpaya Cîhanê de bi rûsî axivî: ‘Ev Rûsya ye'
Pisporê Şerqîyetê: Bêsiûdiya kurdan nebûna yekîtiya wan e
Beştaş ji doza ku dihat darizandin beraet kir
'Tirkiye ji niha şûnde dikeve Qendîlê, her kêlî her tişt dibe'
Çavuşoglu bo nexşerêya Minbicê: Pêwîst e Amerîka soza 2013an bicih bîne
Etîketan:
Demirtaş, HDP, Muharrem Înce, Tirkiye, CHP
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de