13:31 23 Hezîran 2018
Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş

Beştaş ji doza ku dihat darizandin beraet kir

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku parlementera HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş ji doza ku bi hinceta ‘hikûmeta komara Tirkiyê, saziyên dadwerî, leşkerên dewetê an jî sazumanê ewlehiyê piçûk xistiye' dihate darizandin, beraat kir.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê û Cîgira Seroka Koma Partiyê Meral Daniş Beştaş ji doza ku bi hinceta ‘hikûmeta komara Tirkiyê, saziyên dadwerî, leşkerên dewetê an jî sazumanê ewlehiyê piçûkxistiye'dihat darizandin, beraat kir.

Daniş tev li danîşîna îro nebû. Parêzerên wê parastinên xwe yên berê dûbare kirin û beraeta muwekîla xwe xwestin.

Parêzerên Beştaşê amaje kirin ku muwekîla wan parlementer e û divê ew axaftinên wê di çarçoveya parêzbendiya kursî de werin nirxandin û daxwaz kirin ku ew bê beraetkirin.

 

Bi heman mijarî:

'Tirkiye ji niha şûnde dikeve Qendîlê, her kêlî her tişt dibe'
Çavuşoglu bo nexşerêya Minbicê: Pêwîst e Amerîka soza 2013an bicih bîne
Brûsk li mizgeftekê Amedê ket û minareya wê xist
‘Qelşa navbera Tirkiye û Amerîkayê fireh e, wê firehtir dibe'
Etîketan:
Beraet, Daraz, Doz, HDP, Meral Daniş Beştaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de