03:11 18 Hezîran 2018
Operasyona leşkerên tirk a bejahî li nav sînorên Herêma Kurdistanê

'Tirkiye ji niha şûnde dikeve Qendîlê, her kêlî her tişt dibe'

© Sputnik / Osman Başqalî
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Hikûmeta AK Partî ya Tirkiyeyê Bekir Bozdag piştî civîna Desteya Wezîrên Kabîneya Hikûmeta dawî ya berî hilbijartinên 24ê Hezîranê daxuyanî dan.

Bozdag di destpêka daxuyaniyên xwe de behsa derxistina YPGê ji Minbicê kir û ji bo ketina Qendîlê jî gef li PKKê xwar.

Bozdag got, "Dibe Tirkiye ji niha şûnde bikeve Qendîlê, her kêlî her tişt dibe. Li ku derê gefa terorê hebe, ew der ji bo Tirkiyeyê hedef e."

Berdevkê hikûmeta Tirkiyeyê li ser mijara nexşerêya Minbicê jî diyar kir, "Dê ev hemû li gor acendeyekê werin kirin. Em hêvîdarin hevpeymana Amerîka li gor pêşrêkeftina ku di navbera me û wan de hatiye çêkirin, berpirsiyariyên xwe bicih werîne."

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu bo nexşerêya Minbicê: Pêwîst e Amerîka soza 2013an bicih bîne
Brûsk li mizgeftekê Amedê ket û minareya wê xist
Barzanî: Pêwîst e rewşa dagîrkeriyê li Kerkûkê bi dawî bibe
‘Qelşa navbera Tirkiye û Amerîkayê fireh e, wê firehtir dibe'
Amerîka: Çavuşoglu û Pompoe nexşerêya Minbicê pesend kir
Etîketan:
PKK, Qendîl, Operasyon, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de