03:18 18 Hezîran 2018
Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu bo nexşerêya Minbicê: Pêwîst e Amerîka soza 2013an bicih bîne

© REUTERS / Muhammad Hamed
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina digel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo civîneke rojnamevanî li dar xist.

Çavuşoglu got ku wan bi Pomepo re nexşerêya Minbicê pesend kiriye û bi vî awayî jî dê Amerîkayê soza ku sala 2013an (heyama Obama) ku daye hêvî dikin di encamê de bicih werîne.

'PÊWÎST E AMERÎKA PÊWENDIYÊN BI YPGÊ RE QUT BIKE'

Wezîrê tirk diyar kir ku herdu aliyan ji bo mijara Minbicê li ser berdewama xebata bi hev re biryar wergirtine û ji bo Amerîkayê got, "Pêwîst e Amerîka pêwendiyên xwe yên ligel PKK/YPG (Hêzên Sûriya Demokratîk — HSD) qut bike."

'ENCAMÊN NEXŞERÊYÊ BERIYA 6 MEHAN BICIH TÊN'

Çavuşoglu herwiha da xuyakirin ku dê bi saya wê nexşerêyê vekişîna YPGê ji Minbicê dest pê bike û heta 6 mehan heta nêzîktir jî encamên wê derkevin holê.

Bi heman mijarî:

Brûsk li mizgeftekê Amedê ket û minareya wê xist
Barzanî: Pêwîst e rewşa dagîrkeriyê li Kerkûkê bi dawî bibe
‘Qelşa navbera Tirkiye û Amerîkayê fireh e, wê firehtir dibe'
Ji pêşandana dansê ya Şerê Stêrkan dîmenên rengîn
Amerîka: Çavuşoglu û Pompoe nexşerêya Minbicê pesend kir
Demirtaş dê li ser medyaya civakî bersiva pirsan bide
Etîketan:
Çavuşoglu, HSD, YPG, Minbic, Pompeo, amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de