00:41 18 Hezîran 2018
Mîtinga Qûdsê li Stenbolê  - Erdogan

Erdogan: Bila ti kes ji kurdan re li dewletê negere

© AFP 2018 / Bulent Kilic
Tirkiye
Lînkê kurt
0 04

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duh li bajarê Amedê ku yek ji bajarê qedîm ê kurdan e ji bo hilbijartina serokomariyê ya di 24ê Hezîranê de mîtîng li dar xist û di mîtînga xwe de got, "Bila ti kest ji kurdan re li dewletê negere.

Erdogan di axaftina xwe de got ku, "Bi terorê xwestin nîfaqê bixin nav me. Bi xendeqan û bi wêrankirna kolanan nîfaq xistin navbera me. Mizgefta Kurşunluyê hilweşandin, xwestin minareya çarling hilweşînin. Wan xwest we ji dîroka we, ji çanda we, ji baweriya we û exlaqê we dûr bikin û bi van xwestin bikevin navbera me."

Erdogan di mîtînga xwe de got: "Komara Tirkiyeyê dewleta me hemûyan e. Ti kes bila ji kurdan re li dewletê negere. Dewleta kurdan Tirkiye ye. Mabesta têkoşîna me ya li Iraqê û Sûriyeyê, têkoşîna li dijî wê metîngeriyê ye ku hatiye avakirin. Em nabêjin kurd tine ne, em dibêjin li Tirkiyeyê pirsgireka kurdan tine ye. Zimanê me yê fermî tirkî bo me çiqas girîng be, kurdî jî ewqas ji bo me biqîmet e. Azadiya ku me heta niha daye kurdan wekê şîrê diya we ji we re helal be."

Serokomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku bi operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê leşkerên wan serkeftineke mezin bi dest xistine û hin kesên li Qendîlê jî tiştan ji xwe re dibêjin, lê dê rêza wir jî were. Her çiqas muxalefet bibêje ku li Tirkiyeyê azadî tine ye, Tirkiye ji 16 sal berê azadtir û demokrattir e.

Hêjayî gotinê ye ku piştî hilbijartina di 7ê Hezîrana 2015an bi sedan gund, navçe, bajêr û herêmên kurdan qedexeya derketina derve hatin ragihandin û piştî van qedexeyan operasyonên leşkerî li bajarên kurdan birêveçûn û navçeyên wek Sûr, Hezex, Cizîr, Nisêbîn û hin taxên navenda Şirnexê bi operasyonên leşkerî hatin wêrankirin û bi sedan kes di wan operasyonên li bajarên kurdan de hatin kuştin. Bi sedan saziyên sivîl ên kurdî hatin qedexekirin, di serîde Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, hemû saziyên ku bi kurdî perwerdehî didan hatin girtin. Li şaredariyên ku Partiya Herêmên Demokratîk (PHD) ku di hilbijartina 204an de li bidest xistibûn, qeyûm hatin tayînkirin û birêveberiya şaredariyan bi temamî ji wan hatin standin û di hezaran xebatkar bi rêya qeyûman ji kar hatin avêtin. Herwiha li gorî daneyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nêzî 10 hezar siyasedmedar, parlamneterên kurd hatin girtin.

Tirkiyeyê bi tundî li dijî referandûma herêma Kurdistanê derketibû û heta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî gef xwaribûn ku dê herêma Kurdistanê birçî bihêle, li gel Îran û Iraqê li dijî encamdana referandûmê xebitîbûn û paşê jî bûbûn sedem ku Kerkûk û herêmên nakok ên din ji kontrola kurdan derkevin.. Herî dawî Tirkiye di 20ê Rêbendanê de operasyona leşkerî li dijî Efrînê da destpêkirin. Heta niha zêdetirî 2 hezar malbatên ereb li Efrînê li çûna malbatên kurdan hatine bicîhkirin.

Bi heman mijarî:

Demirtaş bo Erdogan: Dîsa jî tu li paş min diaxivî, dê gel di sinoqan de bersiva te bide
Erdogan bo Demirtaş: Bi çi rûyî bûyî namzed, wê edalet bilez dersa wî bide
Înce bersiva Erdogan da: Obama, Pûtîn, Barzanî, Apo û Gulen tu xapandine
Temelli: Parlamentoya bê HDPê rejîma Erdogan e
Etîketan:
kurd, dewlet, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de