19:08 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş

HDP, bo axaftina TRTê ya Demirtaş serî li YSKyê da

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo axaftina TRTê ya namzedê xwe yê serokomariyê Selahattin Demirtaş serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da ku rewaşa guncaw bê avakirin. Nûnerê HDPê yê YSKyê Mehmet Tiryaki daxuyand ku li bendeyi bersivek erênî ne.

YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê
© Foto : YSK - Malpera Fermî
Namzedê serokomariyê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji dîroka 4ê Mijra 2016an û vir de li Girtîgeha Edirne ya Tîpa Fyê girtiye. Herwiha di çarçoveya propagandaya hilbijartinê ya di TRTê de HDPê bo Demirtaş serî li YSKyê da.

Nûnerê HDPê yê di lîjneyê de Mehmet Tiryaki, daxuyand ku bi biryara KHKyê ya dawî, destûra YSKyê ji bo radyo û televîzyonên taybet bi tenê kontrolkirin e, destûra cezayê tuneye: "Di mijara TRTê de YSK xwedî rewşek cuda heye, axaftina namzedan, mijara axaftinê, amblem, al bi tevahî YSK diyar dike. Me jî serî li lîjneyê da ku Demirtaş ji vî mafê xwe bêpar nemine û bo axaftina wî şert û mer bên avakirin.

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Dadgerên ku li dosyayên min dinerin hatine asta întîxarê
Kîjan bajar herî zêde li ser Googlê li navê Selahattin Demirtaş geriyaye?
Demirtaş: Di navbera dewletê û kurdan de pirsgirêk heye
Demirtaş bo Erdogan: Dîsa jî tu li paş min diaxivî, dê gel di sinoqan de bersiva te bide
Etîketan:
namzed, serokomarî, hilbijartin, hdp, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de