22:18 18 Hezîran 2018
sandoq - Enqere - hilbijartin

Li gor anketa herî dawî rêjeya tifaq û partiyan

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Şîrketa Lêkolînê Remres beriya hilbijartinên 24ê Pûşberê encamên anketa xwe ya herî dawî bi raya giştî re parve kir. Li gor anketê rêjeya Tifaqa Qesrê 43.9 e, Tifaqa Millet jî li dora 43.5-43.7an e.

Li gor nûçeya Dikenê ku agahiyên xwe spartin serokê şîrketa Remresê Emre Şişmanlar, di tûra ewil de ti kes di hilbijartina serokomariyê ya 24ê Pûşberê de bisernakeve. Şişmanlar daxuyand ku rêjeya tifaqa cumhur dikeve, di gel vê rêjeya tifaqa millet jî zêde dibe.

Li gor encamên aketê, di serê meha gulanê de rêjeya tifaqa cumhur 44.2 bû, niha 43.9 e. Tifaqa millet jî bi 43.4an dest bi mehê kiribû, li gor daneyên îro di navbera 43.5-43.7 e. Şişmanlar da zanîn ku ti tifaq û partî li gor encamên anketê di parlamentoyê de nagihêjin 301an. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku derveyî tifaqan ma, ji %12.1 dengî digre. Di hilbijartina 7ê Pûşberê de ji %13.12 deng wergirtibû.

Bi heman mijarî:

Parlamenterê almanî ji bo Erdogan û Demirtaş anket çêdike
Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
Etîketan:
hdp, hilbijartin, tifaq, Emre Şişmanlar, Remres, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de