01:22 18 Hezîran 2018
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu

‘Ali Koç bi xêr be, dora Recep Tayyip Erdogan e'

© Foto : Navenda Giştî ya Partiya Saadetê
Tirkiye
Lînkê kurt
0 20

Serokê Partiya Saadetê û namzedê serokomariyê Temel Karamollaoglu, serokê nû yê klûba Fenerbahçeyê Ali Koç pîroz kir. Karamollaoglu di navbera hilbijartina serokê klûba Fenerbahçeyê û hilbijartinên 24ê Pûşberê de muqayeseyek kir: "Kesî texmîn ne dikir ku ji binî de agir gûr bûye, bi ya min di hilbijartinên 24ê Pûşberê de jî heman tişt dê biqewime."

Serokê Partiya Saadetê û namzede serokomariyê Temel Karamollaoglu ji Haberturkê re derbarê hilbijartinên 24ê Pûşberê de axivî û di navbera hilbijartina serokê nû yê klûba Fenerbahçeyê û yên serokomariyê de muqayesek kir: "Bi xêr be, Fenerbahçe camîayek mezin e, kesî texmîn ne dikir ku encamek wisa derbikeve, lê ji binî de agirek pê ketibû, ez bawerim di hilbijartinên 24ê Pûşberê de jî dê heman tişt biqewime."

Herwiha serokê Saadetê derbarê girtina namzedê serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî got ku bêyî biryara dadgehê girtina Demirtaş ne tiştekî rast e: "HDP partiyek cuda ye, mirovek heke bi sûcî tê sûcdarkirin divê bi biryara dadgehê ve bê isparkirin. Demirtaş jî bêyî biryara dadgehê hatiye girtin û ya b imin ev tiştekî xelet e."

Bi heman mijarî:

Karamollaoglu bertek nîşanî polîsên tirk da: Li dijî bûyerê bêdeng man
Karamollaoglu: Pirsgirêka HDPê ya benda hilbijartinê nîne
Temel Karamollaoglu: Divê Demirtaş bê berdan
Etîketan:
hilbijartin, serok, fitbol, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de