13:30 23 Hezîran 2018
Selahattin Demirtaş. Moskova'da. Sputnik

Demirtaş: Dadgerên ku li dosyayên min dinerin hatine asta întîxarê

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş ku nêzî du sal in girtiye ragihand ku dadgerên li dosyayên wî dinerin hatine asta întîxarê.

Namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş bi rêya parêzerên xwe li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê hinek peyam parve kirin. Demirtaş di peyama xwe de got: "Referandûma 16ê Nîsanê em dane girtin, bi hîle û komployan qezenç kirin. Niha ji bo 24ê Hezîranê jî qezenç bikin min di hundirû de dihêlin. Ji bo vê Destûra Bingehîn jî di nav de guvaşê li hemû dadgehan dikin."

​Selahattin Demirtaş di berdewamiya peyama xwe de dibêje: "Dadgerên ku li dosyayên min dinerin ji ber guvaşê hatine asta îstîfayê, heta hatine asta întîxarê. Ez dizanim digel her tiştî gelek dadgerên bi rûmet û wêrek jî hene."

​Demirtaş di peyameke xwe din de jî dibêje: "Ev nizama zalîmane wê 24ê Hezîranê bi dawî bibe, Dareza wê serbixwe bibe hem dadger û hem jî bersûc wê di parastina darezayê de bin. Bes ku hûn dengekî bidin Demirtaş û yekê jî bidin HDPê."

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Di navbera dewletê û kurdan de pirsgirêk heye
Kîjan bajar herî zêde li ser Googlê li navê Selahattin Demirtaş geriyaye?
Demirtaş bo Erdogan: Dîsa jî tu li paş min diaxivî, dê gel di sinoqan de bersiva te bide
Kemalbay: Ew gotina Demirtaş hêj derbasdar e
‘TRT diçe Edîrneyê: Demirtaş dê ji girtîgehê bang li hilbijêrên xwe bike'
Etîketan:
Namzedê serokomariyê, HDP, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de