19:06 23 Hezîran 2018
HDP-Partiya Demokratîk a Gelan

Li gorî şîrketa ku bê xeletî encamên hilbijartinê texmîn kir, HDP bendê derbas nake

© Sputnik / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Şîrketa lêkolînê ya Konsensusê ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê di navbera dîrokên 1-28ê Gulanê de li 42 bajaran hevdîtin vi 2 hezar kesan re kir û meyla dengdêran pîva.

Li gorî encamên ankêta şîrketa Konsensusê, ku vê şîrketê encamên referandûma serokatiyê ya li Tirkiyeyê bê xeletî texmîn kiribû, HDP benda ji sedî 10a derbas nake.

Li gorî çapemeniya tirk di encama lêkolîna şîrketa Konsensusê de hat texmînkirin ku di hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê de Tifaqa Cumhurê ji sedî 50.4, Tifaqa Milletê ji sedî 39.7 û HDP jî ji sedî 9.6ê dengan digire.

Ankêta lêkolînên hilbijartinê ya şîrketa Konsensusê
Konsensus
Ankêta lêkolînên hilbijartinê ya şîrketa Konsensusê

Li gorî encamên lêkolînê di warê partiyan de jî AKP ji sedî 43.8, CHP ji sedî 27.4, IYI Parti ji sedî 11.2, HDP ji sedî 9.7 û MHP jî ji sedî 7.4ê dengan distîne.

Ankêta lêkolînên hilbijartinê ya şîrketa Konsensusê
Konsensus
Ankêta lêkolînên hilbijartinê ya şîrketa Konsensusê

Di lêkolînê de hat parastin de di hlbijartinên serokomariyê de jî Recep Tayyip Erdogan ji sedî 47.9, Muharrem Ince ji sedî 26.8, Meral Akşener ji sedî 14.8, Selahattin Demirtaş ji sedî 9.7, Temel Karamollaoglu ji sedî 0.7 û Dogu Perinçek jî ji sedî 0.1ê dengan distîne.

Ankêta lêkolînên hilbijartinê ya şîrketa Konsensusê
Konsensus
Ankêta lêkolînên hilbijartinê ya şîrketa Konsensusê

Bi heman mijarî:

Bi keviran êrişî wesayîta HDPê kirin
'Armanca tifaqan xwestina xeniqandina HDPê bû'
Li Enqereyê rêvebereke HDPê hat desteserkirin
Temelli: Parlamentoya bê HDPê rejîma Erdogan e
Komeke MHPê bi kêran xwestin êrişî namzedên HDPê bikin
HDPê sozên xwe yên aboriyê eşkere kirin
Etîketan:
HDP, Şîrketa Konsensusê, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de