03:28 18 Hezîran 2018
Recep Tayip Erdogan

Erdogan li Amedê dipeyive: Pirsgirêka kurd tune ye

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Amedê dipeyive û parast ku kurd îro xwediyê her mafî ne.

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ji bo mitînga serokomariyê li bajarê Amedê dipeyive. Erdogan di axaftina xwe ya li Amedê de parast ku kurd îro xwediyê her mafî ne.

Erdogan got, "Her ku kî mafekî birayê min ê Kurd xesp bike, wê li hemberî xwe min bibîne. Ma we nedixwest ku zimanê we yê zikmakî ji aliyê siyasetê ve neyê îstismarkirin? Niha kesê bibe asteng heye?"

Erdogan di axaftina xwe de dîsa got, "pirsgirêka kurd tune ye" û wisa berdewam kir, "Bila ti kes ji bo kurdan li dewletê negere. Dewleta kurdan Komara Tirkiyeyê ye. En nabêjin kurd tune ne. Êdî Tirkiye nikare ji vê noqteyê vegere. Em dibêjin pirsgirêka kurd tune ye. Wekî her kesan azadiya we jî me girt bi xerentiyê. Ji bo me zimanê mey ê fermî Tirkî çi qas girîng e, zimanê we yê zikmakî kurdî jî ew qas bi qîmet e."

Bi heman mijarî:

Demirtaş bo Erdogan: Dîsa jî tu li paş min diaxivî, dê gel di sinoqan de bersiva te bide
Erdogan bo Demirtaş: Bi çi rûyî bûyî namzed, wê edalet bilez dersa wî bide
Înce bersiva Erdogan da: Obama, Pûtîn, Barzanî, Apo û Gulen tu xapandine
Di TRTê de Erdogan 105 deqîqe, Demirtaş 3 saniye cih girt
Etîketan:
pirsgirêka kurd, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Amed
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de