22:58 21 Hezîran 2018
referandûm

Namzedê Saadetê: Ger gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê amade be, divê were nasîn

© REUTERS / Alaa Al-Marjani
Tirkiye
Lînkê kurt
Mustafa Zengin
0 20

Namzedê parlamenteriyê yê Partiya Saadetê Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku ger Partiya Saadetê bibe desthilat, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî di nav de, wê hemû qedexeyan rake û got, ger xelkê Kurdistanê amade be û serxwebûnê ragihîne divê îradeya wan were nasîn. Unsal anî ziman ku divê peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê werin pêşxistin.

Serokê berê yê MAZLUM-DERê û namzedê parlamenteriyê yê rêza yekem ê bajarê Dîlokê yê li ser lîsteya Partiya Saadetê (SP) Ahmet Faruk Unsal derbarê rojeva siyasî, pirsgirêka kurd û polîtîkayên derve yên Tirkiyeyê de ji bo Sputnik Kurdistanê axivî.

'EV NE HILBIJARTINA PÊŞWEXT E'

Unsal di axaftina xwe de parast ku li Tirkiyeyê niha hilbijartineke pêşwext nayê lidarxistin û got, ev hilbijartineke wisa ye ku ji nişka ve bi ser me de girtiye. Unsal axaftina wisa domand, "Li beramberî ku hikumet li parlamentoyê di warê guhertina destûrê de xwediyê piraniyê ye, li beramberî xwediyê rêveberiyê ya piraniya şaredariya ye û xwediyê piştgiriyeke xurt a xelkê ye jî, neçar ma ku biryara hilbijartina pêşwext bigire. Gava ev biryar girt jî, birêz serokomar behsa rewşa xerab a aboriyê û rewşa krîtîk a peywendiyên navdewletî kir. Bi vê yekê wisa tê xuya ku rewşa aboriyê, wekî birêz serokomar jî behs kir, gelekî xerab e. Ji ber van şert û mercan ji bo ku tavilê îradeyê nû bike, xwestin hilbijartina pêşwext li dar bixin û dengan kom bikin."

YSK - Hilbijartinên Tirkiyeyê
© Foto : YSK - Malpera Fermî
'JI BER OHALÊ KES NIKARE QENEATÊN XWE YÊN RASTÎN BIBÊJE, LOMA DÊ ENCAMEKE SURPRÎZ ÇÊBIBE'

Ahmet Faruk Unsal derbirî ku di hilbijartinan de dê encameke surprîz derkeve û anî ziman ku ger di hilbijartinan de encameke nayê payîn derkeve divê kes lê ecêb nemîne. Unsal ev tişt gotin: "Pêleke cidî tê. Ez nizanim ev dê bibe sedema encameke çawa. Lê ez dizanim ji ber ku dema hilbijartinê hindik e û OHAL heye, mirov nikarin qenaetên xwe bi awayekî eşkere bibêjin. Ji ber vê yekê jî bi ya min xebatên raya giştî rastiyê nîşan nadin. Ez di wê baweriyê de me ku dê him ji bo desthilatiyê him jî ji bo mixalefetê surprîzên mezin çêbibin. Partiyeke ku dê surprîzê bike jî Partiya Saadetê ye. Di bin şert û mercên OHALê de mirov dibêjin, "dibe tiştek bi serê min de were, dibe ez karê xwe wenda bikim an jî dibe rastî encamên hîn xerab bibim." Ji ber vê yekê him nikarin qenaetên xwe yên siyasî bînin ziman him jî ji ber vê yekê atmosfereke hilbijartinê li Tirkiyeyê çênebû. Rewşeke ku wekî dê hilbijartin neyê lidarxistin, heye."

'DILÊ KURDÊN MIHAFEZEKAR JI AKPÊ MAYE'

Namzedê Partiya Saadetê Unsal derbarê kurdan de destnîşan kir ku dilê kurdan, bi taybetî jî dilê kurdên mihafezekar ji AKPê maye û got, him ji ber wê pêvajoya xendekan him jî ji ber AKPê meqes guherand û polîtîkayên ewlehiyê derxistin pêş. Faruk Unsal bal kişand ser tifaqa AKPê ya bi MHPê re jî û derbirî ku vê tifaqê jî bi awayekî nerênî bandor li kurdên mihafezekar kir. Unsal anî ziman ku ger di sindoqan de lîstikek çênebe û ger ew li sindoqan xwedî derkevin û dengên xwe bigihînin sindoqan, ev yek wê ji bo Partiya Saadetê bibe tewecuhek.

'TIFAQA SAADETÊ YA LIGEL CHPÊ DÊ BANDOREKE NERÊNÎ LI SER KURDÊN MIHAFEZEKAR ÇÊNEKE'

Faruk Unsal parast ku tifaqa Partiya Saadetê ya bi CHPê re wê bandoreke nerênî li ser kurdên mihafezekar çêneke û ev tişt gotin, "Di warê tifaqa Saadetê ya ligel CHPê de jî, jixwe di referandûma serokatiyê de Tirkiye bûbû du bere. Di 16ê Nîsanê de ev tişt hat pirsîn; Gelo hûn pergaleke bê rêveber, bêyî hebûna hevsengî û kontrolkirinê û herwisa pergaleke ku hemû erkan di destekî de kom dike dixwazin an jî hûn pergaleke bi hevsengî û kontrol, pergaleke ku hêzê kontrol dike û çapemenî hîn azad e, dixwazin? Wê demê Partiya Saadetê li dijî rejîma serokatiyê ya bi modela tirk derketibû û piştgirî dabû modela siyasî ya ku hevsengî û kontrolkirinê esas digire. Hûn dizanin CHPê jî tiştên wekî van gotibûn. Ji ber vê yekê bingeha tifaqa ligel CHPê di dema duberebûna wê demê de derket holê. Loma jî bi ya min tifaqa ligel CHPê nabe pirsgirêk. Lê tifaqa AKP-MHPê him ji bo demokrasiya Tirkiyeyê gelekî bi rîsk e him jî ji bo Kurdan û Tirkiyeyê wê ligel mirovan wekî nêzîkatiyeke şaş cihê xwe bigire."

'PARTIYA SAADETÊ DÊ LI GORÎ POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ NÊZIKÎ KURDAN, KURDISTANÊ Û PIRSGIRÊKA KURD NEBE'

Namzedê Partiya Saadetê Unsal li ser nêrîn û polîtîkayên partiya xwe yên derbarê pirsgirêka kurd de jî destnîşan kir ku ew dê ti caran polîtîkayên li ser esasê ewlehiyê nemeşînin û ev tişt anîn ziman, "Ger Patiya Saadetê di dewletê de were cihê bikaranîna hêzê, ev bi awayê desthilatbûnê jî dibe bi awayê koalîsyon jî dibe, nêzîkatiya Partiya Saadetê ya li hemberî kurdan, Kurdistanê û pirsgirêka kurd dê ne di çavçoveya polîtîkayên ewlekariyê de be. Dê li ser bingeha wekheviya hemwelatîbûnê,, li ser bingeha hemwelatîbûna destûrî nêzîkê meseleyê bibe. Ya din jî niha di vê konjonktira siyasî de pêwistiya me bi hezkirin û merhametê heye. Di rastiyê de derbarê pirsgirêka kurd de tiştekî ku nehatiye axaftin tune ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî çareseriya ku nehatiye axaftin tune ye. Lê ji ber ku siyaset gelekî bi rageşiyê û di nav şêweyekî dijminkirin û duberekirinê de tê meşandin, tiş gotin aliyê li hember qanî nake."

'PIRSGIRÊKA KURD DI NAV AKP Û HDPÊ ME MAYE'

Unsal parast ku pirsgirêka kurd di nav AKPê û HDPê de maye û got, îdiaya Partiya Saadetê ew e ku rêyeke sêyem veke: "Bi ya min Partiya Saadetê ji bo pirsgirêka kurd îdia dike ku rêyeke sêyem veke. Pêşiyê divê alozî û rageşî were kêmkirin. Ez wisa difikirim ku ger zimanekî merhametê were serdestkirin, pêkanîna çareseriyên ku her dizane, dê hîn hêsan bibe. Serokomar bi ser her kesî de dixeyide, li hemberî her aliyan bi hêrs e. Yanê siyaseteke bê hezkirin û merhamet dimeşîne. Ev jî di nav civakê de dibe sedema zêdebûna nefretê. Lê ez bawer dikim ku zimanê merhametê yê Partiya Saadetê di warê çareseriya pirsgirêkê de dê her dua liyan nerm bike. Em ê jî di vê çarçoveyê de tevkariyê li çareseriye bikin."

'GER XELKÊ KURDISTANÊ JI BO RAGIHANDINA SERXWEBÛNÊ AMADE BE, PARTIYA SAADETÊ WÊ LI DIJ DERNEKEVE'

Ahmet Faruk Unsal derbarê referandûma li Herêma Kurdistanê de jî û li ser pirsa "Partiya Saadetê wê referandûma li Herêma Kurdistanê qebûl bike" ev tişt gotin, "Ev mijar bi biryara birayên me yên kurd re eleqeder e. Girêdayî biryara wan a ji bo ragihandina encamên referandûmê ye. Wan jî gotibû, em niha ranagihînin. Gava ew ji bo ragihandina encamên referandûmê xwe amade bibînin, Partiya Saadetê li hemberî îradeya gel dernakeve. Lê wan hîn ji bo fermîkirinê biryara xwe nedaye."

Unsal di warê naskirin û qebûlkirina serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî anî ziman ku ew ne rayedarê Partiya Saadetê ye û ji niha ve nabe ku tiştekî bibêje û got, "Lê li ser navê xwe ez ê nas bikim."

‘DIVÊ PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ HEBE'

Ahmet Faruk Unsal derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de ragihand ku divê pêşiyê rageşiya siyasî were kêmkirin û bal kişand ser van mijaran, "Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî tê de, divê hemû qedexeyên li ser zimanê zikmakî werin rakirin. Divê êdî şertên ji bo xurtkirina rêveberiyên herêmî yên Yekîtiya Ewropayê dûr neyê sekinandin û ger wisa be, rageşî wê kêm bibe. Di warê xurtbûna Tirkiyeyê de ji bo ku ji çavkaniyên aborî sûd were girtin, gav wê werin avêtin. Tirkiye her ku aşitiya xwe ya navxweyî pêk bîne, normalîze bibe, her tişt wê rêya xwe bibîne."

'PÊŞXISTINA PEYWENDIYÊN ME YÊN BI RÛSYAYÊ RE DÊ BAŞ Û SÛDEWER BE'

Faruk Unsal li ser peywendiyên Tirkiye û welatên din, bi taybetî li ser peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê jî bal kişand ser potansiyela mislimanên li Rûsyayê û ev tişt gotin, "Rûsya ji aliyê Behra Reş ve cîranê me ye. Meseleya Kirimê heye. Hûn dizanin berê di bin desthilatiya Ûkraynayê de bû, niha bi din desthilatiya Rûsyayê de ye. Kirim jî di nav de, li Rûsyayê hijmareke cidî ya mislimanan heye Tê fêmkirin ku Tirkiye bi Rûsyayê re xwediyê peywendiyên baş be. Ji ber ku him cîranên me, him xizmên me, him jî dîndaşên me ne. Rûsya welatekî girîng e. Li gorî min pêşxistina peywendiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de dê gelekî baş û sûdewer be."

'AMERÎKA HIM LI TIRKIYEYÊ HIM JÎ LI WELATÊN MISLIMANAN QEDR Û QÎMETA XWE WENDA DIKE'

Unsal di warê peywendiyên ligel Amerîkayê de jî got, "Amerîka jî ji ber vê meseleya Qudsê him li Tirkiyeyê him jî li welatên mislimanan qedr û qîmeta xwe wenda dike. Lê di asteke maqûl de divê peywendî bi ti welatan re neyê birîn, ez birîna peywendiyan şaş dibînim. Ya esas divê peywendiyeke wekhev û li gorî berjewendiyên dualî be. Jixwe Tirkiye di warê meseleyên xwe yên navxweyî de her ku normalîze bibe, peywendiyên wê yên navdewletî jî wê normalîze bibe."

Bi heman mijarî:

Bikaranîna helbesta Berken Bereh bû sedema bertekan li dijî Saadetê
YSKê HDP û Partiya Saadetê hişyar kirin
Partiya Saadetê: Em ê pirsgirêka kurd çareser bikin
Serokê Saadetê bersiva ‘Pirsa Kurd’ da: Perwerdeya zimanê dayikê heq e
Etîketan:
Namzedê parlamenteriyê yê Partiya Saadetê, Ahmet Faruk Unsal, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de