09:11 18 Hezîran 2018
lîbya-penaber

Keştiya penaberan bin av bû: 6 jê zarok, 9 kes mirin

© REUTERS /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li perava navçeya Demre ya bajarê Antalyayê di encama binavbûna keştiyekê de 6 jê zarok, bi tevahî 9 kesên penaber jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiyê ya Peravê şeva borî di saet 02.22ya de ji navçeya Demre ya Antalyayê agahiya binavbûna keştiyekê hat girtin ku penaber di wê keştiyê de hebûn.

Hat gotin ku li ser vê agahiyê tîmên rizgarkirinê û helîkoptereke ewlehiyê ji bo herêma bûyerê hatin şandin û di encama xebatên rizgarkinê de hat tespîtkirin ku 3 jê zilam, 1 jî jin, 4 penabera hatin rizgarkirin. Herwisa zilamekî din jî ji aliyê keştiyeke masîgiran ve hat rizgarkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama xebatên de 6 jê zarok, bi tevahî termê 9 penaberan (2 zilam, jinek û 6 zarok) ji behrê hatin derxistin.

Penaberên hatin rizgarkirin di beyanetên xwe de ragihand ku bi qasî 14-15 kes di kelekê de hebûn.

Bi heman mijarî:

Li Behra Spî 80 penaber hatin rizgarkirin
Di nava salekê de 12 zarokên penaber xwe kuşt
Di nava salekê de 618 zarokên penaber winda bûn
‘Tenê yek penaber jî nikare vegere Şingalê’
Pewistiya 36 hezar zarokên penaber bi alîkariya lezgîn heye
Etîketan:
penaber, Fermandariya Ewlehiyê ya Peravê, Antalya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de