22:09 18 Hezîran 2018
F-35

Nivîsa vexwendnameya fermî ya ji bo F-35an gihişt destê meqamên tirkî

© AFP 2018 / Jack Guez
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Piştî ku hinek senatorên amerîkî ji ber ku Tirkiye dê moşekên pergala parastina hewayî S-400 ji Rûsyayê bikire, li dijî wê yekê derketin ku balafira êrîşa hevpar F-35A(Joint Strike Fighter) bidin Tirkiyeyê, yekem vexwendina teslîmata 21ê Hezîranê gihişt destê meqamên tirkî yên têkilîdar.

Hilberînerê sereke yê F-35an Lockheed Martin di nivîsa xwe ya vexwendina fermî de got, "wek Lockheed Martinî em dê kêfxweş bibin ku we di Merasîma Teslîmata F-35an a Komara Tirkiyeyê de bibînin ku em dê wê merasîmê 21ê Hezîrana 2018an li Fort Worthê pêk bînin."

Li gorî medyaya tirkî, hatiye diyarkirin ku di wê nivîsa vexwendnameyê de hatiye gotin ku 21 Hezîranê dê pêşî resepsiyon pêk were û paşê merasîma teslîmkirina yekem balafirê pêk were.

Yekem balafira f-35A ya ku dê teslîmî Tirkiyeyê bikin dê piştî pîlot perwerdehiya temam bike di Mijdara 201an de tev li Hêzên Hewayî yên Artêşa Tirkiyeyê bibe. Balafirên din jî dê li gorî demên diyarkirî biçin Tirkiyeyê.

Bi heman mijarî:

Stoltenberg: Tirkiye bo NATOyê dê rolek girîng bide ser milê xwe
Tirkiye li Yekîtiya ji bo Deryaya Spî: Kurdistan tine
Tehran: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne
'Derxistina Tirkiye ya ji projeya F-35an dê bernameya balafirên şer hilweşîne'
Yûnanistan: Tirkiye kiryarên xwe yên derqanûnî rewa nîşan dide
Tirkiye: Di mijara S-400an de em ê li gorî teqwîma diyarkirî tevbigerin
Tirkiye: Îran dewletek dost û bira ye ji bo me, dewletek xwedî bi hêz e
Etîketan:
F-35, Lockheed Martin, Tirkiye, Rûsya, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de